Rojeva rojnameyên Erebî..

Rojnameyên Erebî bal kişandin ku xêlîbûna endamên Konseya Ewlekariyê encamên negihştina wan ji bo rêzkirina nexşeriya Sûriyê ye û diyar kirin ku Israîl li hemberî biryara Hemas a rakirina tola berpirsyarekî xwe hemleya girtinê dide destpêkirin. Hin rojnameyan jî derbarê hilbijartinên Iraqê destnîşan kirin ku metirsiyên serxtekirina hilbijartinan hene. Derbarê hilbijartinên Lubnanê jî, hate gotin ku nûnerê nû yê Neteweyên Yekbûyî li Yemenê di wê baweriyê de ye ku aşitî pêk were.

Rojeva rojnameyên Erebî..
23 nîsan, 2018   09:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di weşanên xwe yên îro de, giranî dane xêlîbûna endamên Konseya Ewlekariyê li bajarê Bakakra ya Siwêdê. Her wiha hate gotin ku di mijara hilbijartinên Iraqê metirsî ji bo sexterkirina hilbijartinana. Derbarê nakokiyên Filistîn û Israîl, hilbijartinên Lubnanê û aloziya Yemenê derketin pêş.

Xêlîbûna "Bakakera"  nexşereya Sûriyê rêz dike

Girêdayê pêşveçûnên li Sûriyê, mijarên cuda derketin pêş, ji wan hewldanên qaşo ji bo çareserkirina aloziyê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyeke bi sernavê "«Xêlîbûna li Sêwêdê» nexşeriya Sûriyê xêz dike" weşand. Di nivîsê de tê gotin "Li gorî doplomasiyekê; nexşeriya 3 xalên sereke siyasî, mirovî û kîmyewî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê encamên xêlîbûna endamên Konseya Ewlekariyê li başûrê Siwêdê ye, xêlîbûna li Bakakera hewl dide rihekî nû bide hevkariya navdewletî."

Rêjîm êrîşên xwe li ser başûrê Şamê zêde dike û Qelemûn digire

Derbarê rewşa meydanî ya Sûriyê, Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Qelemon piştî derxistina çekdaran di destê rêjmê de ye" weşand û got ku rêjîma Sûriyê piştî derketina komên opozisyonê ji herêma Qeleom a gundewarê Şamê ber bi bakurê ve, ango pişît peyaman ku hefteya derbasbûyî hate çêkirin, herêma Qelemon girt."

Metirsî sextekirina hilbijartinên Iraqê

Derbarê hilbijartinên Iraqê, rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Pirsgirêkên teknîk fersendên sextekirina hilbijartinên Iraqê zêde dike" weşand. Rojnameyê diyar kir ku gelek aliyên hibijartinên Iraqê yên tê payîn 12‘ê gulanê dest pê bike di pişbirgekê de ne. Gumanên komseriyê hene ku ihtîmal hene ku sexte û lîstok di encamên hilbijartinan de çê bibe. "

Rojnameyê ji nûnerên partî û pisporên di warê rêxistinkirina hilbijartinan de, diyar kir ku sîstema hilbijartinên nîv elktronîk ku ji aliyê komseriyê ve hatiye erêkirin pirsgirêkên xwe pir hene ku bandorêli ser encamên giştî bike.

Li Mûsilê qeweta leşkerî û dabeşkirina herêman tehdîdan li ser hilbijartinan dike

Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Hêzên leşkerî yên Mûsilê herêman dabeş dikin û kartên bernamezetan digrin" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku «Hevbendiya Nînewa Nasnameya me ye» metrisiya xwe anî ziman ku bernamzetên li Mûsilê ji ber talankirin û mayîna bi hezaran niştecihên xwê yên koç derve kirine ji hilbijartinan qût bibin. Hêzên leşkerî taxan di nav xwe de dabeş dikin û niştecihan neçar dikin ku kartên xwe yên hilbijartinên radestî wan bikin û ji bo berjewendiyên xwe yên  siyasî bikar tînin."

Hizbûllah bernamzetên Şîa ditirsîne

Têkildarî mijara hilbijartinên Lubananê, rojnameya El-Ereb sernavê "Hizbullah bernamzetên Şîa yên hilbijartinên parlamentoyê ditirsîne" avêt. Li gorî rojanameyê "Êrîşa li ser hevalê me Elî El-Emîn xwediyê malpera El-Cinûbiya û nivîkarê siyasî yê rojnameya El-Ereb û kurê miftiyê Seyda yê Şîa birêz Mihemed Hesen El-Emîn nîşan dide ku Hizbûllah ji her dengekî Şîî aciz e. "

Rojnameyê her wiha bi bîr xist ku çavkaniyekî nêzî bernamzetê pralamantoyê yê ji kursiya Şîa li Bint Cibêl diyar kir  hêzdeyî 30 endamên Hizbullah li gundê wî Şeqra êrîş El-Emîn kirin. Çavkaniyekî siyasî diyar kir êrîşî bi vê rengî li ser şexsekî sivîl ku ji xwe ji bo hilbijartijên parlanemtoyê hilbijartiyê, dema wêneyên xwe li bajaroka xwe Şerqra ya başûrê Lubnanê dadilqand diyar dike ku dixwazin Şîa li Lubnanê tune bibe."

Nûnerê nû bi çareseriyê bawer e

Rojanameyan behsa rewşa Yemenê manşêtên cuda avêtin. El-Ereb sernavê "Gelo wê Martin Griffith çareseriya aloziya Yemenê peyad bike" avêt. Li gorî nivîsê "Di du salên dawî de, pêvajoya aşîtiyê li Yemenê cemidî bû û nexşeyên aşîtî asteng bû. Lê îşaretên çareseriyê piştî çend hefteyan ji erekedarkirina Martin Griffith ê Birîtanî wekî nûnerê nû yên netewî li şûna Ismaîl Weled El-Şêx ê Moratîanî derketin hole. Griffith di civîna yekemîn a li pêşiya Konseya Ewlekariyê de derbarê çareserkirina aloziya Yemenê nexşeya aşîtî pêşkêş kir."

Di berdewama nûçeyê de hate gotin, "Rexmî aloziya leşkerî li eniyên Yemîn ku dikeve sala xwe ya 4‘an de, Lê Nûnerê Neteweyî ji bo Yemenê bi hêvî ye ku dê alozî were çareserkirin."

Israîl gefên girtinê li fermandarên Hemas dixwe

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê aloziya di navbera Filistîn û Israîl de, nûçeyek bi sernavê "Israîl piştî tewanên kuştina El-Betiş îşaret bi« berfirehkirina hemleyên girtinê» dike" weşand. Di nivîsê de tê gotin "Israîl duh îşaret bi berfirehkirina hemleyên girtinê kir, taybet piştî ku Tevgera Hemas biryara tola Fadî El-Betiş ku duh li paytexta Malîzyaya Koalalambur hate kuştin da, fermandariya Hemas berpirsyara kuştina El-Betiş (35) pisporê balafirên bê pilot di tevgerêde  girt ser hêzên Israîl."