Ciwanekî astengdar jiyana xwe ji dest da û 26 Filistînî hatin girtin

Ciwanekî astengdar ku roja înê li Xezayê birîdar bû, jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de, Hêzên Îsraîlê 26 welatiyên Filistînî girtin.

Ciwanekî astengdar jiyana xwe ji dest da û 26 Filistînî hatin girtin
23 nîsan, 2018   09:08

XEZA

Ciwanê astengdar ê bi navê Seîd Wehbê ku roja Înê tevlî meşa Vegera Mezin bû, bi guleya Hêzên Îsraîlê di serê xwe de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Her wiha Hêzên Îsraîlê di saetên sibê de girtin ser bajarê Qudisê, Cenîn, Ramelah, Xelîl û Dufa Rojava û 26 ciwanên Filistînî girtin.

Hêzên Îsraîlê gotin ku ciwanên hatin girtin ji aliyê wan ve tên xwestin, ji ber ku kar û xebatên ne li gorî zagonan dikin.

Ji aliyekî din ve nûçegihanê ajansa me ANHA`yê li herêmê diyar kir ku di saetên sibê de 4 beldozerên Îsraîlê derbasî  bajarê Lahiya yê bakurê Xezayê bûn û li ser xeta sînor di nava zeviyên welatiyan de xendekan dikolin û daran radikin.

 (bx)

ANHA