Gerîla li Bermîzê çalakiya sûîkastê li dar xist

Çalakiyên gerîla yên li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê her diçe zêde dibe. Li gundê Bermîzê ya ser bi Sidekanê çalakiya sûîkastê pêk hat.

Gerîla li Bermîzê çalakiya sûîkastê li dar xist
22 nîsan, 2018   18:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî îro li gundê Bermîzê ku niha dibin dagirkeriya artêşa Tirk de ye gerîlayan çalakiya sûîkastê pêk hatiye.

Li gorî agahiyên destpêkê leşkereke artêşa Tirk hatiye kuştin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku îro li devera Lêlkanê leşkerên ku ketibûn liv û tevgerê pê li mayînê kiribûn û di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin. Cenazeyê wan jî çeteyên Gerdî radestê artêşê kiribûn.

Di der barê çalakiyên îro de HPG hê ti daxuyanî ne daye.