YRA xelata Mezlûm Bagok a kedê belav kir

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) xelata şehîd Mezlûm Bagok li rojnamevanên ku rastiya şoreşa Rojava ji raya giştî re ragihandin belav kir. 

YRA xelata Mezlûm Bagok a kedê belav kir
YRA xelata Mezlûm Bagok a kedê belav kir
YRA xelata Mezlûm Bagok a kedê belav kir
YRA xelata Mezlûm Bagok a kedê belav kir
YRA xelata Mezlûm Bagok a kedê belav kir
YRA xelata Mezlûm Bagok a kedê belav kir
YRA xelata Mezlûm Bagok a kedê belav kir
YRA xelata Mezlûm Bagok a kedê belav kir
YRA xelata Mezlûm Bagok a kedê belav kir
22 nîsan, 2018   18:13

QAMIŞLO

Bi boneya 120ʹemîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî ango 22ʹyê Nîsanê, Yekîtiya Ragihandina Azad şahiyek organîze kir û xelata şehîd Mezlûm Bagok a kedê li ser asta cîhanê, rojava û Kurdistanê li rojnamevanan belav kir.  

Şahî li Navenda Çand û Hunerê a Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Di şahiyê nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, bi sedan rojnamevan, malbatên şehîdên rojnamevanên ku di oxira ragihandina rastiyê de şehîd bûne, amade bûn. 

Şahî bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre nivîskar û rojnamevanê Kurd Reşad Sorgul axivî, dîroka rojnamegeriya Kurdî wiha vegot, ʺDîroka rojnamegeriya Kurdî bi weşandina yekem rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan li paytexta Misrê Qahîrayê 22ʹyê Nîsana sala 1898ʹan dest pê kir. Rojnamevanên Kurd ji bo vejandina çand û dîroka Kurdî li dijî siyasetên qirkirina çandî û civakî gelek bedel dan.

Sorgul da zanîn ku rojnamevanên Kurd li ser destê sîstemên desthilatdar rastî gelek kiryarên îşkence û kuştinê hatin. Sorgul wiha domand, ʺBi saya şehîdên rojnamevan ên wekî Heqî Bagok, Dilîşan, Rizgar, Hogir, Tolhildan, Ahîn, Rohînda, Nûjiyan, Rohat, Xerîb, Apê Mûsaʺ ragihandina Kurdî pêş ket, gelek ajans, rojname, kovar û televizyonên Kurdî hatin vekirin.ʺ

Sorgul bang li rojnamevanên Kurd kir ku ji bo şopandin û ragihandina rastiya civaka Kurdî li gorî nirxên rojnamevaniyê tev bigerin.

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif jî axivî, Roja Rojnamegeriya Kurd li tevahî rojnamevanên Kurd pîroz kir û wiha pê de çû, ʺRagihandina Kurdî ji bo ragihandina dengê şoreşa Rojava û teşhîrkirina siyasetên dewletên desthilatdar, gelek fedekarî û bedel dan.ʺ

Hediye di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi saya fedekariya rojnamevanên Kurd di şoreşa Rojava de, hemû siyasetên qirêj ên li dijî gelan têk çûn û rûyê rast ê sîstemên dagirker eşkere bû. 

Piştre sînevizyonek li ser dîroka rojnamegeriya Kurd û xebatên ragihandinê di şoreşa Rojava de, hat pêşandan. 

Her wiha Hevserokên YRA Şehnaz Osman û Ekrem Berekat nasnameyên şehîdên ragihandinê ʺHeqî Bagok, Dilîşan Îbiş, Rêwan Kinco, Fîras Dag, Tolhildan Welat, Şîlan Botan, Rizgar Deniz, Hogir Mihemed, Rohînda Xemgînʺ li malbat û rêhevalên wan belav kirin. 

Malbat û rêhevalên şehîdan soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştre jî sînevizyonek li ser kesayetên ku îsal xelata şehîd Mezlûm Bagok a kedê wergirtin, hat pêşandan.

Di berdewama şahiyê de rojnamevana Misrî Esma Wecîh xelata baştirîn rojnamevan li ser asta cîhanê xelat wergirt. Esma zehmetiya jinê li Egxanistan, Iraq, Sûriye û tevahî cîhanê ragihand. Nûçegihanê ANHAʹyê Basil Reşîd dema şopandina Berxwedana Serdemê wêneyeke zarokekî ku di bin kavilan de maye kişand û li ser vê wêneyê xelat wergirt. 

Rojnamevan Cano Şakir jî xelata nivîsandina xweştirîn dosya û gotarên derbarê rewşa ragihandina Rojava de, wergirt. Kamerevanê Ronahî TV Zekeriya Şêxo jî xelata kişandina xweştirîn dîmen xelat wergirt.  

Di dawiya şahiyê de Şehnaz Osman û Ekrem Berekat axivîn û şehîdên ragihandinê yên ku rastî bi raya giştî re parve kirin, bi bîr anîn. 

(mm)

ANHA