PDKS: Eger ku derbe ji bo kîmawî ye, çima ji bo Efrînê pêk nehat?

Ji bo nirxandina rewşa siyasî, li Kantona Kobanê civîneke siyasî di bin dirûşmeya ʺBerxwedana Serdemê didome û rizgarkirina Efrînê rizgarkirina tevahî gelan eʺ de hat lidarxistin.  

PDKS: Eger ku derbe ji bo kîmawî ye, çima ji bo Efrînê pêk nehat?
22 nîsan, 2018   17:15

KOBANÊ 

Di civînê de  Hevserokatiya TEV-DEMʹê ya Kobanê Eyşe Efendî û Ehmed Şêxo, PYDʹê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, SYPG û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim amade bûn. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hat lidarxistin. 

 Di civînê de sînevizyoneke ku rojnameyeke ku nûçegihanê ajansa nûçeyan a Aktîn Welat Deniz amade kiribû, hat pêşandan. Di sînezivyonê de hovîtiya dagirkeriya Tirk li dijî gelê Efrînê hat diyarkirin. 

Di berdewama civînê de Ehmed Şêxo rewşa dawî ya herêmê nirxand û da zanîn ku berxwedana dîrokî ya Kobanê hemû planên dijmin têk birin. Şêxo wiha domand, ʺJi ber ku hemû planên dagirkeriya Tirk bin ketin, vê carê berê xwe da Efrînê, bi balafiran êrîşî gelê Kurd û tevahî gelên herêmê kir.ʺ

Endamê Komîteya Têkîliyan a Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa jî destnîşan kir ku derbeya sê alî ya li dijî Şamê ne ji bo bikaranîna madeyên kîmawî bû, lê armanca Amerîka ew bû ku bide xuyakirin ku çareserî ne tenê bi destê Rûsya ye.

Civîn bi nirxandina rewşa siyasî bi dawî bû. 

(mm)

ANHA