Rojeva Rojnameyên Erebî…

Li gorî peyamanan, rêjîma Sûriyê ber bi herêmên di bin serweriya DAIŞ‘ê yên nêzî Şamê diçe, taybet piştî ku çeteyên Ceyş El-Islam hatin derxistin. Di çalakiyên meşên "Vegere" ya duh 4 welatiyên Filistînê jiyana xwe ji dest dan.

Rojeva Rojnameyên Erebî…
21 nîsan, 2018   09:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji mijarên sereke yên ku di rojeva rojnameyên Erebî bûne manşêt, aloziya Sûriyê di aliyê xwe yê siyasî û meydanî de,hilbijartinên Iraq û Lubnanê, rewşa li Filistînê û aloziya li Yemenê.

Rêjîma Sûriyê herêmên nû dixe bin kontrola xwe

Têkildarî geşedanên meydanî ku li Sûriyê rû dide, manşêtên cuda derketin pêş, Rojnameya El-Heyat sernavê"Rêjîm ber bi Yermûk û Qelemûn ve diçe" avêt. Li gorî nivîsê, "Rêjîma Sûriyê operasyona xwe ya leşkerî li başûrê paytexta Şamê didome. Rêjîm topbarana li ser herêmên di bin serweriya rêxistina DAIŞ li wargeha Yermûk û Hecer El-Eswed didome. Di heman demê de pêkanîna peymana derxistina çekdarên opozisyonê ji çiyayê Qelemûn dest pê kir, hate ragihandin ku herêma El-Dimêr wekî herêmek ku ji terorê hatiye paqijkirin hate ragihandin."

Derbarê heman mijarê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Li başûrê Şamê êrîş.. li Qelenûna Rojhilat koçberkirin", her wiha El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Îtîfaq ji bo derxistina rêxistiana «dewla »ji Wargeha Yermûk ber bi rojhilata Sûriyê ve hate kirin" weşandin. Di nûçeya de hate gotin, "Dema rêjîma Sûriyê ku ji rêxistina DAIŞ‘ê li gundewarê başûrê Şamê diyar kiribû, bi îtîfaqê bi dawî bû, li gorî îtîfaqê; taxên başûrê Şamê yên bi bin kontora rêxistina DAIŞ‘ê radestî rêjîma Sûriyê werin kirin, li bermanberî ku endamên rêxistinê ji wargeha Yermûk  û derdora wê bi ber ku bargehên wan ên li rojhilatê Sûriyê werin derxistin."

Rûsiya gefa şandina moşekên s 300 ji bo Sûriyê li rojava dixwe

Rojnameyên Erebî her wiha behsa Sûriyê, diyar kirin ku Mosko dê moşekên s 300 ji bo rêjîma Sûriyê re bişîne. Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi navê " Rûsya gefan li rojava dixwaze ku dê moşekên s 300 ji rêjîma Sûriyê re bişîne" weşand û got, " Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov duh  derbarê êrîşa hewayî ya rojavayî li ser Sûriyê û şandina moşekên  s 300 ji Sûriyê re gotibû: berpirsyariyeke me exlaqî nema ku em s-300î neşînin sûriyeyê."

Di berdewama nûçeyê de hate gotin, "Çavdêr dibînin ku daxuyaniyên ji aliyê rayedarên Rûs ve hişyariyeke ji hêzên rojavayî re ku êrîşa hawayî li ser Sûriyê dûbare nekin û bi çekdaran arêtşa Sûriyê bi van moşekdan dûr xistin."

Welatên grantor li Îran dicivin

Rojnameya El-Heyat di manşêteke xwe ya " Dewletên grantor li Îran dicivin û opozisyon ji bo danûstandinên çareseriyê vexwendiye" de dibêje ku duh tevgereke doplomasî bi lez ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêk hat. Rûsya diyar kir beşdarkirina çekdarên opozisyonê ji bo danûstandinên çareseriyê ne dûr e û amadekariyên lidarxistina civîneke nû di navbera welatên grantor: Rûsya, Tirkiyê, Îran li Tehranê  ragihandin."

Hilbijartinên Iraqê

Rojnameya El-Ereb behsa hilbijartinên parlamentoya Iraqê nûçeyeke bi sernavê" Di hilbijartinên Iraqê hemleyên propogenda" weşand. Li gorî nûçeyê," Li gel girîngiya hilbijartinên Iraqê yên dê di 12‘ê Gulanê de dest pê bike, texmîn û hêviyan bilind dibe, di navbera bernamzetan pişbirkeke germ heye ku her yek hewl dide biser bikeve, xetên sor, siyaset û exlaq jî derbas kirine. Her yek bi propogenda ve mijûl bûye û fikir û bernameyê hemleyê eşkere dike ."

Rojnameya El- Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Hevdîtinên fermandarên Sina texmînên avakirina koalîsyonekê derdixe pêş" weşand. Li gorî nûçeyê "Hejmarek fermandarên Sina civînek li mala Cigîrê Serokê Iraqê, Serokê Koalîsyona El-Qerar a hilbijartinan Ûsama El-Nicêfî lidar xistin. Di civînê de, dozên hevebeş ên parêzgeh û herêman hatin nîqaşkirin. Li gorî daxuyaniyekê ji aliyên Buroya Serokê Parlamentoyê Selîm El-Cibibûrî ve, beşdarên civînê girîngiya xûrtkirina hevkariyê ji bo ji nû ve avakirina herêmên ji DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin, dozên koçberan û pêşxistina rewşa xizmetguzariyê li van herêman gotûbêjkirin."

Tê texmînkirin ku Hizbullah dê hilbijartinan de biser bikeve

Amadekariyên hilbijartinên Lubnanê jî di rojeva rojnameyên Erebî de cih girtin, Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Tê texmînkirin ku Hizbullah dê di hilbijartinan de bi ser bike" weşand, di nûçeyê de tê gotin, "Lêvegereke siyasî ji Lubanên daxuyakirin ku aliyê opozisoyana Şîa yên ku di hilbijartinan de şerê lîsteyên Hizbullah de dike texmîn dikin ku biryareke navdewletî heye nahêle desteke ji wan re were kirin û nahêle tu guhertinên mezin di hilbijartinan pêk neyê, nexasim girêdayî cihê Hizbullah di parlamentoyê de."

Washington derbarê hilbijaritnên Tirkiyê bi fikar e û Nemsa hemleyê propogendayên partiya Erdogan baykot dike

Rojnameyên Erebî her wiha mijara hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê girtin dest. Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Washington ji mijara zelalbûna hilbijartinên pêşxwest ên Tirkiyê bi guman e" weşand. Di nûçeyê de wiha tê gotin, "Serokwezîrê Tirkiyê Bin Elî Yeldirîm rexne li DYA‘ê dike ku gotibû gumanên wan li ser zelalbûna hilbijatinên pêşxwest li walatekî di rewşeke awarte de jiyan dike, hene. Nêmsa jî baykotkirina hemleyên propogendayên helbijartinên ji AKP‘ê re ragihandin."

Aloziya Filistîn û Israîl

Ji manşêtên derbarê rewşa Filistînê, rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Di meşên Vegerê de, Difa beşdarî Xeza dibe" weşand. Li gorî nûçeyê "Di îna çaremîn a meşên vegerê de, girseyek mezin ji Difaya Roava li gel birayên xwe yên Xeza beşdarî meşan bûn. Di navbera ciwanan û hêzên dagirker şer derket. Hêzên dagirker guleyan rasterast û lastîkî bi karanîn. Di encamê de 4 welatiyên Filistînî hatin kurştin. Di ser sînorê rojhilat û bakurê Xezayê şer rû da. Li meşên li Difaya Rojava jî bi dehan birîndar bûn."

Yemen

Derbarê geşedanên li Yemenê, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Yemen: Li Eden xwepêşandanên banga derketina koalîsyona Ereb û serbestberdana girtiyên siyasî" weşand. Di nûçeyê de tê gotin ku duh piştî nimêja înê, li Edenê xwepêşandan hatin lidarxistin û banga derketina Koalîsyona Erebî û serbestberdana siyasetmedaran hat kirin."