Çend kêliyên din wê Platforma Bakurê Sûriyê destpê bike

Şandeyên ku ji hêzên siyasî, çandî û rûspiyên êlan li Bakurê Sûriyê pêk tên, berê xwe didin eywana Silko ya bajarê Hesekê da ku beşdarî Platforma Bakurê Sûriyê bibin.

Çend kêliyên din wê Platforma Bakurê Sûriyê destpê bike
Çend kêliyên din wê Platforma Bakurê Sûriyê destpê bike
21 nîsan, 2018   08:13

HESEKÊ

Bi dirûşmeyaʺBerxwedana Efrînê wê dagirkeriya Osmanî ya nû li Sûriyê têk bibeʺ partî, rêxistin siyasî û civakî yên Bakurê Sûriyê bi armanca nîqaşkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê û rewşa şêniyên Efrînê, îro Paltforma Bakurê Sûriyê lidar dixin.

Tevî partî, rêxistinên siyasî û civakî li Rojava û Bakurê Sûriyê, Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif jî wê beşdarî platformê bibe.

Tê payîn wê platform di çend kêliyê pêş me de were destpêkirin û gotina destpêkê were kirin. Li gorî agahiyan wê di dawiya platformê de daxuyanî were dayîn.

(kc)

ANHA