Bazarên gelêrî meqseda gelê Reqayê ne

Gelê bajarê Reqayê pêdiviyên jiyanî bi buhayekî erzan ji bazarên gelêrî dikirin.

Bazarên gelêrî meqseda gelê Reqayê ne
Bazarên gelêrî meqseda gelê Reqayê ne
Bazarên gelêrî meqseda gelê Reqayê ne
Bazarên gelêrî meqseda gelê Reqayê ne
Bazarên gelêrî meqseda gelê Reqayê ne
21 nîsan, 2018   06:52

EHMED ESAF / REQA 

Bazarên gelêrî yên bajarê Reqayê meqseda bi sedan gelê herêmê ye. Gel pêdiviyên xwe yên jiyanî bi buhayekî erzan ji van bazaran dikirin. Ev bazar ji bilî roja Înê, rojane di xizmeta gel de ne.  

Ev bazar roja şemiyê li taxa Cezra, roja yekşemê li taxa Nehda, roja duşemê li taxa Meşleb, roja sêyemîn li gundê Hezîme, roja çarşemê li herêma Hemrat û roja pêncşemê jî li taxa Rimêla tê vekirin. Roja Înê jî bazirgan navber didin.

Li bazarê sebze, cil û berg, pêdiviyên jiyanî, madeyên paqijiyê, lîstokên zarokan û hwd têne firotin. 

Bazirganê bi navê Mihemed Elî da zanîn ku gel bi girseyeke mezin berê xwe didin bazarên wan ji ber ku li vir madeyên jiyanî bi buhayekî erzan tên firotin. 

(mm)

ANHA