Artêşa Tirk çiyayê Bagokê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker bejahiya gundê Sirînçkê, qadên Serê Kola, Ziravanê û Qamika yên li çiyayê Bagokê yê Nisêbînê bi dijwarî topbaran dike.

Artêşa Tirk çiyayê Bagokê topbaran dike
20 nîsan, 2018   13:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk jîngehên welatiyên sivîl bê navber topbaran dike. Artêşa Tirk a dagirker bombeyan bejahiya gundê Sirînçkê, qadên Serê Kola, Ziravanê û Qamika yên li çiyayê Bagokê yê Nisêbînê dibarîne.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, deverên hatine bombekirin, jîngehên welatiyên sivîl in.