Akademiya Jina Sûrî dewreyeke din a perwerdeyê bi dawî kir

Li Akademiya Meclîsa Jina Sûrî ya Tebqayê duyemîn dewreya perwerdeyê bi dawî bû.

Akademiya Jina Sûrî dewreyeke din a perwerdeyê bi dawî kir
Akademiya Jina Sûrî dewreyeke din a perwerdeyê bi dawî kir
Akademiya Jina Sûrî dewreyeke din a perwerdeyê bi dawî kir
Akademiya Jina Sûrî dewreyeke din a perwerdeyê bi dawî kir
20 nîsan, 2018   13:58

TEBQA 

Merasîma bidawîbûna dewreyê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed û endamên dewreyê axivîn.

Di dewreyê de 23 jin beşdar bûn û dersên derbarê ʺdîroka jinê, neteweya demokratîk û jiyana hevbeşʺ de dîtin. 

Armanca ji vê dewreyê pêşxistina jinê ye, da bikaribe xwe û civakê birêve bibe. Her wiha di hemû qadên jiyanê de pêşengiyê bike. 

Di berdewama merasîmê de Endama Rêveberiya herêma Tebqayê Berjîn Mihemed axivî, bidawîbûna dewreyê pîroz kir û da zanîn ku dê endamên dewreyê beşdarî xebatên saziyên demokratîk bibin. 

 Derbarê dewreyên perwerdeyê de Endama Rêveberiya Akademiya Jina Sûrî Emîne Osê û da zanîn ku di dewreyan de dersên siyasî û çandî têne dayîn da jin bikaribe di saziyên demokratîk de pêşengiyê bike.  

Endama dewreya perwerdeyê Nesrîn Ibêd jî bang li tevahî jinan kir ku beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin, da kesayeta xwe pêş bixin. 

(mm)

ANHA