Di navbera Rêjîm û komên çekdar de agirbest pêk hat

Fermandariya Hêzên Rêjîma Sûriyê û komên çekdar  lihev kirin ku li gundewarên bakurê Humis û başûrê Hemayê ji bo 4 rojan agirbest pêk were.

Di navbera Rêjîm û komên çekdar de agirbest pêk hat
20 nîsan, 2018   13:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di navbera komên çekdar û fermandarên hêzên rêjîma Sûriyê bi sponseriya Navenda Lihevkirinê ya Rûs civînek hate lidarxistin. Lihevkirin li ser derdora bajaroka El-Dar El-Kebîra a gundewarên bakurê Humisê hate kirin.

Li gorî nûçeya Sputnik, herdu aliyan li ser agirbestê li gundewarên bakurê Humis û başrûê Hemayê li hevkirine. Agir best ji bo 4 rojan hate diyarkirin û ji dîroka 19‘ê Nîsanê destpê bike.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku tê payîn roja yekşemê li pêş civînek din were lidarxistin û dê çarenûsa herêmê û mekanîzmeya lihevkirinan ji bo rawestandina şer li herêmê werin gotûbêjkirin.

(bx)