Kurd li pêşberî fersendeke dîrokî ye, Kongreya Netewî pêwîst e

Şêniyên navçeya Girkê Legê li dijî gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker girîngiya yekîtiya gelê Kurd destnîşan kirin û banga lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê kirin.

Kurd li pêşberî fersendeke dîrokî ye, Kongreya Netewî pêwîst e
20 nîsan, 2018   07:37

KELSÛMA ELÎ / QAMIŞLO

Di gel gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd hejmarek welatiyên Girkê Legê gotin ku fersendek dîrokî li pêşiya gelê Kurd ku armancên xwe pêk bînin û girîngiya lidarxistina kongreya niştimanî ya Kurdistanê kirin.

Qehreman Mihemed anî ziman ku pîlanên dewleta Tirk a dagirker tenê li Efrînê sînordar namîne, armanca wê tevahî Bakurê Sûriyê ye û ev tişt anî ziman, "Armanca yekemîn a dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê, demografiya wê biguhere, gelê bide koçberkirin û kurdan ji holê rake. Pîlanên Tirkiyê ne tenê Efrînê, Tirkiyê dixwaze tevahî Bakurê Sûriyê û herêmên ku kurd lê hene dagir bike."

Qehreman Mihemed, bal kişand ser kiryarên dagirkeriya Tirkiyê, ji koçberkirina şêniyan, talankirina mal û milkên wan, guhertina demografiya herêmê û tekezî li berxwedanê kir û ev tişt anî ziman, "Gereke dijmin nas bike ku berxwedana gelê Efrînê, şervanan berdewam e ta rizgarkirinê"

Li dijî çavbirçûnê dewleta Tirk a dagirker li her çar parçeyên Kurdistanê Qehreman Mihemed girîngiya yekrêziya gelê Kurd û pêwîstiya lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanê û wiha bi hêv kir, "Tirkiyê gefên dagirkirina Başûrê Kurdistanê , beriya çend rojan 20 gund li Başûr dagir kirin, niştecihên wê koçber kirin. Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e. Li ser vê yekê em bang li aliyên Kurdî, partiyan dikin ku yekrêziya xwe xurt bikin û Kongreya Netewî ya Kurdistanê li dar bixin da ku ji pîlanên dagirkeran re bibe bersiv."

Êrîşên Erdogan hemû gelan armanc digire

Tacedîn Ferho, Erdogan bi dîktator wesif kir û got ku dewleta Tirk ne tenê Kurd hemû gelên herêmê hedef digire û ev tişt anî ziman, "Di êrîşên dewleta Tirk a bi armanca zindîkirina dewleta Osmaniyan ne tenê gelê Kurd, hemû gelên herêmê hedef digire."

Ferho anî ziman ku dewleta Tirk terorîstan ji hermên cîhanê li gel xwe dihewîne, wan perwerde dike û ser bi kurdan dişîne.

Tacedîn Ferho, destnîşan kir ku li gel gef û êrîşên dewleta Tirk lidarxistina kongreya Netewî ya Kurdistanê pêwîstiyeke û ev tişt anî ziman, "Fersendeke dîrokî li pêşberî ne ye, divê em vê fersendê qezenc bike û Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxistin. Divê nêrîna me ya siyasî yek be da ku bersiva siyasetên Erdogan bidin. Dawiya Erdogan serkeftina gelê Kurd e."

(bb)

ANHA