DYA`yê derbarê hilbijartinên li Tirkiyê helwesta xwe diyar kir: Fikarên me hene

Wezareta Karên Derve ya DYA destnîşan kir ku hilbijartina di nava Rewşa Awarte de were kirin zehmet e ku bibe hilbijartineke wekhev, zelal û azad.

DYA`yê derbarê hilbijartinên li Tirkiyê helwesta xwe diyar kir: Fikarên me hene
20 nîsan, 2018   07:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Heather Nauert di brîfîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsên li ser hilbijartina ferzkirî ya 24'ê Hezîranê ya li Tirkiyeyê bê kirin.

Nauert got, "Li welatekî ku Rewşa Awarte lê serwer e, zehmet e ku hilbijartineke azad, wekhev û zelal a ku li qanûnên Tirk, li berpirsyariyên Tirkiyeyê yên li navneteweyî tê bê kirin."

Nauert destnîşan kir ku azadiya hilbijartinê ya di nava Rewşa Awarte de bê kirin, cihê fikaran e.

Berdevka Wezaretê got, "Li ser lidarxistina hilbijartina azad a di nava Rewşa Awarte de fikarên me hene."