Xebatên jinûve avakirina Reqayê didomin

Komîteya Jinûve Avakirina Reqayê, rêxistinên rakirina mayînan û paqijkirina kavilan xebatên jinûve avakirinê didomînin.

Xebatên jinûve avakirina Reqayê didomin
19 nîsan, 2018   15:08

REQA

Komîteya Jinûve Avakirinê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hevkariya ekîbên rakirina kavilan û bêbandorkirina mayînan  bajarê Reqayê ji bermahiyên şer paqij dike.

Di vê çarçoveyê de, xebatên paqijkirina taxên Rimêla, herêma Ceyranê, herêma Hîşam Bin Ebudlmelik, kolana Til Ebyed, taxên Emîn, Reşîd û Mensûr dest pê kirin. 

Derbarê mijarê de, Endamê Komîteya Jinûve Avakirina Reqayê Ehmed Hemada got ku armanca wan ew e ku bajarê Reqayê jinûve ava bibe û jiyan vegere nava kolanên bajêr.  

Endezyarê bi navê Eyhem Hac Elî jî diyar kir ku ew kolanên bajêr ji kavilan û dîwarên rûxiyayî paqij dikin, da welatî bikaribin jiyana xwe bidomînin.

(mm)

ANHA