Di encama êrîşan de, nexweşiyên dernû di nava welatiyên Efrînê de rû didin

Di nava welatiyên Efrînê yên li gund û kampên Şehbayê 80 nexweşiyên  dernû hatin dîntin. Dr Mihemed Îsa diyar kir ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nexweşiyên dernû bi welatiyan re çêdibin û derfetên wan ên tedawiyê kêm in.

Di encama êrîşan de, nexweşiyên dernû di nava welatiyên Efrînê de rû didin
Di encama êrîşan de, nexweşiyên dernû di nava welatiyên Efrînê de rû didin
Di encama êrîşan de, nexweşiyên dernû di nava welatiyên Efrînê de rû didin
Di encama êrîşan de, nexweşiyên dernû di nava welatiyên Efrînê de rû didin
Di encama êrîşan de, nexweşiyên dernû di nava welatiyên Efrînê de rû didin
19 nîsan, 2018   11:23

SOLÊN REŞÎD / ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nexweşxaneya Avrîn hedef girtin û kadroyên tendirûstiyê nikaribûn alavên tendirûstiyê û dermanan bi xwe re derxînin. Heta niha jî kadroyên tendirûstiyê kar û xebatên xwe li kamp û gundên kantona Şehbayê didomînin.

Li gorî kadroyên tendirûstiyê; êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê, dengê top û teqînan bandorke neyinî li dirûniya sivîlan kir.

Serjimara ku ji aliyê Heyva Sor a Kurd hate amadekirin diyar dike ku 80 nexweşiyên derûnî bi şêniyên Efrînê re derketinê û li Şehbayê derfetên dermankirinê kêm in.

Dilîşan Mihemed ji gundê Şîtko ya girêdayî navçeya Mabata ye niha li kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê bimîne dibêje "Ez kirîzeke derûnî jiyan dikim ji ber vê  yekê jî bandoreke li ser rewşa min a fîzîkî kir, pêwîstiya min bi tedawiyê heye, lê li vir derferên kêm in."

Mihemed Ehmed Hesen ê16 salî ji gundê Kemrûk e jî ji ber kirîza derûnî a di encamê şer de, damarê destê wî yê çepê lewaz bû têkildarî rewşa xwe wiha tîne ziman, " Pêwîstiya min bi tedawiya fîzîk heye. Divê sûretê eşia ji bo destê xwe û mejiyê were girtin, lê derfet nîne, rewşa min roj bi roj xirabtir dibe."

Zaroka bi navê Êvlîn Horo (5) ya ji kantona Efrînê jî ixtîlac pêre heye, ji ber tunebûna derfetan rewşa wê xirab dibe, li gorî bijîşkan diyar kir ku heger neyê derman kirin wê di rojê bê de rewşa wî xirabtir bibe.

Her wiha zarokê bi navê Mihemed Rêzan Reşîd jî ji ber nexweşiya wî ya biçûkbûna mejî, pêwîstiya wî bi dermankirinê heye.

Hebîba Elî (13) ya ji gundê Dîkê yê ji ber topbaran û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rewşa wê roj bi roj xirab dibe û li gorî dayika wê got ku ew bi şev xew nake û dibêje ku tu kes jê heznake.

Di vê çarçoveyê de Dr.Mihemed Îsa tekez kir ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê û ji ber dengê top û balafirên şer piskolojiya şêniyên Efrînê xirab bûye û nexweşiyên piskolojî bi wan re çê dibe.

Dr. Mihemed Îsa berpirsyariya vê yekê girt ser rêxistinên mirovî ku alîkariyan naşîne û diyar kir ku li Şehbayê derman û alavên tenduristî pir kêm in.

 Hêjaye bi bîr xistinê ku ji ber kêmbûna derfetên tendirûstiyê li herêma Şehbayê du zarokên Efrînê jiyana xwe ji dest dan.

(bx)

ANHA