Dewleta Tirk vê carê li Tetwanê êrîşî goristanê kir

Gorên gerîlayên HPG'ê yên li Goristana Karşiyaka ya li navçeya Tetwanê hatin xerakirin.

Dewleta Tirk vê carê li Tetwanê êrîşî goristanê kir
19 nîsan, 2018   11:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF‘ê gorên gerîlayên HPG'ê yên li Goristana Karşiyaka ya li navçeya Tetwan a Bedlîsê hatin xerakirin. Li gorî agahiyan, hinek kêlên li goristanê hatine rakirin û şikandin.

Hêzên dewleta Tirk beriya niha jî nirxên însanî û dînî binpê kiribûn û mîna çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî gelek goristanan kiribûn.