Li Xaneqînê pevçûn: 4 birîndar

Li bajaroka Xaneqînê pevçûn di navbera polîsên federalî yên Iraqê û komeke çekdar de rû da. Di encama pevçûna her du aliyan de çar kes birîndar bûn.

Li Xaneqînê pevçûn: 4 birîndar
19 nîsan, 2018   06:37

NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahî ji çavkaniyan girtine şevê din li bajaroka Xaneqîn ya ser bi parêzgeha Diyalayê komek çekdar nuqteyeke kontrolê danîne navbera Xaneqîn û Gulale. Ev koma çekdar ku ne hate zanîn kî ne hewl da welatiyan birevînin. Li ser vê agahiyê polîsan mûdexele kirin û di encamê de pevçûn derket. 

Hate ragihandin ku di encamê de du polis û du sivîl birîndar bûn.