Şaredariya Reqa pirsgirêka avê çareser kir

Şaredariya Reqayê tevî kêderfetiyê, tureya ava vexwarinê ku çeteyên DAIŞ'ê ruxandibû, temîr kir. Niha hewl dide ku hemû kolanên bajar ji bermahiyên şer paqij bike û xebatên jinûve avakirina bajar pêk bîne.

Şaredariya Reqa pirsgirêka avê çareser kir
Şaredariya Reqa pirsgirêka avê çareser kir
Şaredariya Reqa pirsgirêka avê çareser kir
19 nîsan, 2018   07:43

EMÎNA ELÎ / REQA

Şaredariya navendî ya bajarê Reqayê di meha mijdara sala derbasbûyî piştî bajar hate rizgarkirin, dest bi kar û xebatê kir da ku daxwaza welatiyên vegeriyane warê xwe pêk bîne. Şaredariyê hemû kolanên bajar ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Her wiha xetên kenalizyonê temîr kirin.

Tevî kêmderfetiyan û wêraniya zêde ku di bajarê Reqayê de çêbû, şaredariya gel bi hemû hêza xwe ji bo xizmeta welatiyan ket nava liv û tevgerê, da ku di zûtirîn dem de bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê rabike.

Şaredariyê di mijdara sala 2017'an de li herêma taxa Meşleb dest bi rakirina bendên ji axê ku çeteyan çêkiribûn, di 1'ê sibata 2018'an hejmara karkerên şaredarê giha 360 kesî.

Hevserokê Şaredariya Reqayê Ehmed Ibrehîm derbarê kar û xebatên pêkanîna ji ajansa me re axivî.

Ibrehîm di destpêka axaftina xwe de got ku wan bi lez dest bi rakirina bendên ji axê ku çeteyan li kolanan bi cih kiribûn û destnîşan kir ku ji bo zêdekirina hejmara karkeran pêşbirk lidar xistin û hejmara memûrên xwe derxistin 360 kesî.

Ibrehîm di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku rola jinan di kar û xebatên şaredariyê de pêşenge û destnîşan kir ku sîstema Hevserokatiyê li hemû buroyan dimeşe û jin di hemû xebatan de xwedî roleke pêşenge.

Hevserokê Şaredariya Reqa Ehemed Ibrehîm derbarê kar û xebatên heta niha pêk anîn e jî da zanîn ku wan pirsgirêka emlakên taybet û kesên malê giştî bikara nîne çareserkirin, her wiha sûka zebzeyan û cihê serjêkirina sewalan careke din temîr kirin, her wiha pirsgirêka kenalizyonên çareser kirin.

Di 1'ê mijdarê de şaredariyê komîteyek ji bo temîrkirina xetên avê ava kirin, her wiha rakirina bermahiyên ji kolanên sereke bi hin rêxistinan re hate pêkanîn. Ji ber girîngiya xebatên avê Daîreya avê ya Reqayê pîlanek ji sê qonaxan amade kir û wiha dest bi kar û xebatan kir.

Qonaxa yekem: Xetên sereke yên kolanên sereke hatin temîrkirin, her wiha cihê şikyayî hate tesbîtikirin. 25 cih hatibû şikestin, hemû hatin temîrkirin.

Qonaxa duyemîn: di vê qonaxê de xetên taxên Sêf El-Dewleta, Kolana Ebû El-Hêf, Kolana El-Mensûr, kolana 23'yê sbatê, herêma Mizgefta Kevin û hemû taxên di sure bajarê Reqaya kevin de hatin temîrkirin.

Qonaxa sêyemîn: Xetên kolana Basil ku avê dide taxên Cemiyet El-Reşîd, Kolana Balisl, Parka El-Beydai, Çerxeriya El-Inhîdar, Çerxeriya basil û Kolana Qîtar. Madeyên di temîrkirinê de hatin bikar anîn 70 milyon lîreyên Sûriyê dikir.

Hevserokê Şaredariya Reqa Ehmed Ibrehîm da zanîn ku xebatên temîrkirinê de Heyva Sor a Kurd  borî û pêwîstiyên lihîmê ji wanre peyda kir, her wiha rêxistina PIN madeyên pêwîst bi miqdara kêmî deh hezar dolar  ji wan re pêşkêş kirin.

Şaredariya Reqayê her wiha beşê Zabt ya şaredariyê ku beşên din jî jî aktîf kirin. Hemû beş ji roja destpêkê de dest bi kar û xebatên xwe kirine, da ku hêvî û daxwazên gel pêk bîn in.

Komîteya Hawîrdorê ya şaredariyê jî 2 parkên bajar amade kir, dart ê de çandin û darên li ser riya di navebera taxa Meşleb û Bab Bexdad de kesixandin. Niha jî kar û xebatên xwe pêk tîne, da ku parka Reşîd amade bike.

Ibrehîm her wiha destnîşan kir ku wan m5 bendozer û tirksek, her wiha loderek wergirtin û hin alavên din ji komîteya jinûve avakirinê wergirtin.

Derabrê zehmetiyên têne pêşiya wan jî Ibrehîm got ku mesrefa ku şaredarî dike û temîrkirin alavan pir girane û destnîşan kir ku nirxên avê û paqijiyê hîn werne girtine, her wiha ruxsetên avahiyê û bikaranîna peyrê jî nastîn in.

Hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Ibrehîm di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû rêxistinên mirovî û aliyên destê wan di temîrkirina Reqayê de hebe kir ku alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin, da ku karibin bi awayekî baş xizmeta welatiyan bikin.

(dc)

ANHA