Cotkarên Cirniyê bi tirs zeviyên havînê diçînin

Cotkarên bajaroka Cirniyê ya bakurê Tabqayê amadekariya çandiniya zeviyên demsala havînê dikin. Cotkarên herêmê diyar kirin ku ji ber dewleta Tirk ava çemê Firatê qut kiriye, ew bi tirs zeviyên xwe diçînin.

Cotkarên Cirniyê bi tirs zeviyên havînê diçînin
Cotkarên Cirniyê bi tirs zeviyên havînê diçînin
19 nîsan, 2018   06:05

ESMEHAN UMER / TEBQA

Di nava du mehên derbasbûyî de dewleta Tirk ava Çemê Firatê qut kiriye, lewma ava bendava Firatê zêdeyî 2 metreyan kêm bûye.

Di dema çotkarên herêma Cirniyê ya Tebqayê amadekariya çandiniya zeviyên demsala havînê dikin, asta avê pir kêm dibe, ev yek jî mûsimê welatiyan ku debara xwe ya jiyanî bi wê pêk tînin dixe metirsînê

Li gundên bajaroka Cirniyê zêdeyî 100 cotkaran dest ji çandiniya zeviyên demsala havînê berdan, ji ber dewleta Tirk ava Firatê qut kiriye. Lê hinan ji wan bîr kolanan û berhemên xwe yên demsala havînê wê av bidin.

Cotkarê bi navê Elî El-Salih yê ji bajaroka Cerniyê derbarê mijarê ev tişt anî ziman: "Em cotkar in. Tu tiştekî me yê din nîne, em debara xwe ya jiyanê ji van zeviyên demsala zivistanê û havînê digirin. Lewma em neçar man ku em bîran bikolin da ku em zeviyên xwe av bidin."

Cotkarên herêma Cerniyê bacan, xiyar, bacanên reş, bîber, dolme û herwekî din diçînin.

Dewleta Tirk ava Çemê Firatê qut kiriye û di bendavên ku li aliyê xwe ava kiriye, digire.

(dc)

ANHA