ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-04-2018
19 nîsan, 2018   04:00

*Dê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Kantona Kobanê sersaxiyê ji malbata gerîlayê HPGʹê Şoreş Xeyrî ku li herêma Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê şehîd bûye re, dixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

*Aloziya Sûriyê di sala xwe ya 7'an de bû qada şerê hêzên navdewletî. Banga şoreşa aştiyane ya gelê Sûriyê di nava bermahî û bajarên wêrankirî de hate bin erdkirin. Di meydana şerê Sûriyê de her hêzek dixwaze herêmekê ji xwe re veqetîne. Dewleta Tirk ji bo vê yekê lîstok û pîlanên qirêj pêk tîn e.

*Artêşa Tirk a dagirker amadekariyê dike ku malbatên çeteyên yên bi darê zorê ji Xûtaya rojhilat hatine derxistin, li Kantona Efrînê bi cih bike. 

CÎHAN

*Li herêma Xezayê ji ber aloziyên qutkirina ceyran û avê, her wiha qutkirina fonên xebatkaran, jiyan roj bi roj dimire. 

JIN

*Jinên Efrînê yên li kampa Serdemê ya herêma Şehbayê dimîn in diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe bidomîn in û dgotin ku wê Efrîn rizgar bibe û ew ê vegerin warê xwe. Jinan her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku derbarê kiryarên dewleta Tirk ji bê dengiya xwe derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

*Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî diyar kir ku divê hin aliyên kurdî dest ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin û ji bo lidarxistina Kongreya Netewî kar bikin, da ku rê li ber gefên deweleta Tirk ên li ser Kurdistanê were girtin.

 CIVAK Û JIYAN

*Cotkarên bajaroka Cerniye ya bajarê Tebqayê mûsima çandiniyê ya havînê diçînin, lê mertirsî heye ku ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve ziyan bigihêje berhemên çandiniyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şaredariya Reqayê tevî kêderfetiyê, tureya ava vexwarinê ku çeteyên DAIŞ'ê ruxandibû, temîr kir. Niha hewl dide ku hemû kolanên bajar ji bermahiyên şer paqij bike û xebatên jinûve avakirina bajar pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Desteya Rêveberiya Herêmî bi hevkariya Şaredariya Gel a navçeya Ehrezê xetên kanalîzasyonan û toreyên avê sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Noqteyên tenduristiyê yên li gund û kampên Kantona Şehbayê welatiyên Efrînê yên ji ber dengê topbaran û bombebarana artêşa Tirk a dagirker nexweş ketine, derman dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 ANALÎZ

*Li Sûriyê bi her bûyerekê re gelek planên veşartî derdikevin holê. Ev plan ximzeta ajandayên derve dikin û tu girîngiyê nadin pêşeroja gelê Sûriyeyê. 

ANHA