'Divê hin kesayetên kurd dest ji berjwendiyên kesayetî berd in'

Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî diyar kir ku divê hin aliyên kurdî dest ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin û ji bo lidarxistina Kongreya Netewî kar bikin, da ku rê li ber gefên deweleta Tirk ên li ser Kurdistanê were girtin.

'Divê hin kesayetên kurd dest ji berjwendiyên kesayetî berd in'
19 nîsan, 2018   04:13

AZAD SEFO-HOGIR NECAR / ŞENGAL

Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî derbarê tehdîdên dewelta Tirk ên li ser Şengalê ji ajansa me (ANHA) re axivî û got ku tehdîdên dewleta Tirk a li dijî Şengalê komploye û wiha dom kir: "Tehdîdên wan pîlanek ji siyasetên dewleta Tirk û hin çeteyên kurd ên piştgiriya wan dike ye. Armanca wan ew e ku komkujiyên din li dijî civaka êzîdî pêk bîn in."

Hisên Hecî di berdewama axaftina xwe de jî bibîr xist ku dewleta Tirk di dema Osmaniyan de û heta niha 66 fermanên êzîdiyan rakirine û wina dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk welatiyên êzîdî ji herêma Xalta ya Çiyayê Torosê dane koçberkirin. Îro jî gefan li ser Şengalê dixwe. Dixwaze hebûna welatiyên Şengalê bi temamî pêk bîne."

Li ser sedema hatina hêzên HPG'ê ya Şengalê di sala 2014'an de Hisên Hecî got ku hemû cîhan sedema derbasbûya hêzên gêrîla ya Şengalê dizanin ku ji bo parstina civaka êzîdî ji dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ'ê ye û wiha pê de çû: "Heger behaneya wan a êrîşa li ser Şengalê hebûna hêzên HPG'ê ye, wa hêzên xwe ji Şengalê vekişandin û parstina ewlekariya Şengalê radstî şêniyên wê kir. Dewleta Tirk îro carde gef û tehdîdan li herêmê dixwe, wiha jî derewên dewleta Tirk derewên xwe eşkere dike."

Hisên Hecî her wiha da zanîn ku divê gelê kurd li dijî tehdîdên dewleta Tirk yekîtiya xwe xurt bike û wiha pê de çû: "Tirkiyê ji berê de dibêje ew ê êrîşî her aliyê li dozê digere bike. Çawa niha hin komên kurdî piştgiriya dewleta Tirk dikin û rê didin an ku herêmên Kurdistanê dagir bikin."

Hisên Hecî, li ser tekoşîna gêrîlayên HPG'ê jî got ku PKK ji bo berjewendiya gelê kurd tekoşîn dike û wiha dom kr: "Çawa hin komên kurdî dikarin navê terorê li wn bikin. Ev îdayên wan girêdana wan bi dewleta Tirk re nîşan dide. Dixwazin destkeftiyên gelê kurd ku bi fedekarî û xwîna şehîdan hatine bidestxistin, tune bikin."

Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî di dawiya axaftina xwe de jî got ku divê komên kurdî yên behsa mijarê dest ji berjewendiyên xwe berdin û bikevin xizmeta gelê kurd da ku di zûtirîn kongreya netewî were lidarxistin û rê li ber tehdîdên dewleta Tirk were girtin."

(dc)

ANHA