Ji bo mûsima pembo metirsiyên kêmbûna avê

Li gundewarên Tebqayê cotkaran destbi cotkirina erdan kirin.

Ji bo mûsima pembo metirsiyên kêmbûna avê
Ji bo mûsima pembo metirsiyên kêmbûna avê
18 nîsan, 2018   12:54

ESMEHAN OMER / TEBQA

Bakurê rojavayê Tebqayê bi çandina pembo tê naskirin. Şêniyên wan herêman zêdetirî li kenarên ava Firatê pembo diçînin.

Cotkaran piştî ku erd cot kirin, mişar çêkirin û ji bo çandina pembo amade kirin.

Pêdiviya pembo heye ku 5-6 mehan li ser hevû baş were avdan, cotkar jî ditirsin ku ava ji çemê Firatê digrin têrî wan neke.

Ev bûye demeke dirêj ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li ser şêniyên herêma Tebqayê kêm dike. Cotkar jî neçar man ku bîran bikolin heyanî ku erdê xwe bikarbin pembûyên xwe av bidin.

Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê diyar kir kêmkirina Tirkiyê ya avê li ser herêma Tebqayê wê bibe sedema ku ziyan bighîje jiyana şêniyên herêmê.

(np)

ANHA