Êzidiyê Efrînê derbarê Çarşema Sor stranek çêkir

Welatiyê Êzidî yê li Kampa Berxwedan ku îsal cejn li warê xwe pîroz nekir, stranek çêkir, dibêje ku ew ê di bin çadirê de Çarşema Sor pîroz dike.

Êzidiyê Efrînê derbarê Çarşema Sor stranek çêkir
18 nîsan, 2018   12:42

SOLÎN REŞÎD – ARŞÎN NECAR / ŞEHBA

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê û kiriyarên qirkirina Kurdan û bi taybet Êzidîyan û rûxandina hemû cihên pîroz. Êzidîyên Efrînê nikarin mîna salên berê cejnên xwe pîroz bikin.

Abdulrehman Şakir Êzidiyê gundê Feqîra yê girêdayî navçeya Cindirêsê ye. Abdulrehman tevî malbata xwe di encamên êrîşên dijwar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê neçar ma dev ji warê xwe berde û biçe Şehbayê.

Abdulrehman Şakir niha li kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a kantan Şehbayê dimîne, dema ku em rastî Abdulrehman hatin, stran davêt ser Cejna Çarşema Sor.

Abdulrehman anî ziman ku rexmî şert û mecên zehmet, ew ê cejnê pîroz bike û ev tişt anî ziman,"Tevî rewşa me ya zehmet ez ê cejnê di bin çardirê de pîroz bikim. Me li Efrînê bi hevre serdana cihên pîroz dikir. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê em neçar kirin ku em dev ji malên xwe berdin. Ji ber vê yekê min stran li ser vê rojê çêkir ji bo ku hemû duniya zanibe ku berxwedaniya me didome û em ê Çarşema Sor pîroz bikin."

Abdulreham di dawiyê axaftina xwe de anî ziman ku xwîna şehîdan li erdê namîne û hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê nayê ji bîrkirin.

(bx)

ANHA