Şêniyên Minbicê: AKP'ê ruyê din ê DAIŞ'ê ye

Şêniyên Minbicê yên ji hemû pêkhateyan diyar kirin ku ew tehdîdên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina Efrînê qebûl nakin û tekez kirin ku ewê rê nedin çete li warê wan dizî, talanî, revandin û komkujiyan pêk bîn in.

Şêniyên Minbicê: AKP'ê ruyê din ê DAIŞ'ê ye
18 nîsan, 2018   07:17

KAMÎRAN XOCA / MINBIC

Dewleta Tirk piştî bajarê Efrînê bi alîkariya çeteyan dagir kir, wêranî û talan bi ser herêmê de anîn, gefên xwe yên li ser Minbicê jî zêde kirin.

Welatiyên bajarê Minbicê yên ji hemû pêkhateyan diyar kirin ku ewê tu carî dagirkeran qebûl nekin û wê rê nedin di kar û barê wan de destwerdanê bikin.

'Şêniyên Minbicê yên resin li warê xwe ne'

Welatiyê bi navê Ebdulsetar Şêxakî yê ji pêkhateyê Çerkes derbarê gefên dewleta Tirk ên li ser Minbicê wiha got: "Îdîaya wan ku ew ê Minbic radestî welatiyên wê bike. Ev gotin ji rastiyê dûr e. Şêniyên wê yên resen va li vir in. Piştî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, şêniyên wê vegeriyan."

Şêxakî, di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir tehdîdên Erdogan tenê şerê pskolojîk e û got ku şêniyên Minbicê wê ji tehdîd û gefên Erdogan netirsin.

'Em ê ala dewleteke biyanî li ser serê xwe qebûl nekin'

Jina bi navê Fatma El-Hemûd a ji pêkhateya ereb derbarê mijarê ev tişt anî ziman: " Dewleta Tirk îdîa dike ku ew ê bikevin Minbicê, da ku wê radestî çeteyên xwe yên bi navê Artêşa Azad li wan dike. Lê me gelek zehmetî ji destê çeteyan kişand. Em destwerdana dewleta Tirk a dagirker qebûl nakin. Destwerdanên dewleta Tirk li dijî peymanên navdewletî ne."

Fatma El-Hemûd da diyarkirin ku wê gelê Minbicê rê nedin tu hêzê ku aramiya siyasî û civakî ku li herêmê pêk hatiye xirabikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê rê nedin aleke biyanî li ser bajarê me rabin."

'AKP'ê ruyê din ê DAIŞ'ê ye'

Welatiyê bi navê Mihemed Cuma yê ji pêkhateyê turkmen jî derbarê mijarê de wiha axivî: "emê rê nedin tiştê ku li Efrînê pêk hat li bajarê me jî pêk were. Ji xwe sîstema Tirkiyê ku AKP'ê desthiladariya wê ye ruyê din ê DAIŞ'ê ye. Çeteyên ku di nava Diri El-Firat (mertala Firatê) de cih digirin ew ji DAIŞ û Nusra pêk tên. Tenê cilên xwe dane guhertin. Armanca wan a sereke xirabkirina Sûriyê ye. Lewma em ê tu carî wan qebûl nekin."

(dc)

ANHA