Şêx Alî: Meclîsa dagirkeran ne rewaye

Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî da zanîn ku meclîsa ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve ji bo Efrînê hatiye avakirin ne rewaye û nûnertiya îradeya gelê Efrînê nake û got: "Hemû fermanên wan ji dewleta Tirk e."

Şêx Alî: Meclîsa dagirkeran ne rewaye
18 nîsan, 2018   05:34

SOLÎN REŞÎD-CEFER CEFO / ŞEHBA

Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Elî li kampa welatiyên Efrînê ya li Şehbayê ji ajansa me re axivî û got ku gelê Efrînê bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine koçberkirin û ev tişt anî ziman: "Ji bo xwe ji komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê bi parêzin, welatiyên Efrînê hatin Şehbayê. Bi navê olê malan talan dikin, didizin û dişewitîn in."

Şêx Alî diyar kir ku di kampê de gelek kêmasiyên xizmetguzarî hene û wiha dom kir: "Piştî ku ez li nava kampê geriyam, me zehmetiyên ku welatî pê re rû bi rû ne dît. Derfet û imkan kêm in. Sazî û rêxistinên alîkariyan ên mirovî yên navdewletî alîkariyan pêşkêş nakin. Rêveberên kampê karîbûn pêdiviyên bi hezaran welatiyên Efrînê pêk bîn in."

'Meclîsên Tirkiyê avakirine, ne rewan e'

Şêx Alî, derbarê armanca dagirkeriya Tirkiyê ji meclîsên li Efrînê avakirine jî wiha got: "dixwazin bi van meclîsên xwe rastiyan di çavê raya giştî de berovajî bikin. Wiha jî sûcên xwe yê dizî, komkujî û talanê veşêr in. Komîteya wan ku li Efrînê hatiye avakirin ne rewaye. Biryarên wan ji Stenbolê tên girtin. Ew di bin çi navî de kar dikin bila bikin, lê biryarên wan valane û ne di xizmeta gelê Efrînê de ne."

'Wê vegerin Efrînê'

Şêx Alî her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dê li Efrînê têk biçin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Efrîn wê ji gelê xwe re vegere. Ji ber ew parçeyek ji xaka Sûriyê ye. Ji xwe herêmeke kurdî ye. Ketina Tirkiyê ya Efrînê li dijî hemû qanûnên navdewletî ye. Mayîna wan li Efrînê berdewama dîroka dewleta Tirk a reş e."

Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî di dawiya axaftina xwe de jî got ku, “wê Efrîn bi saya berxwedana şervanên xwe azad bibe û dê gelê Efrînê vegere warê xwe û jiyana xwe ya asayî pêk bîne."

(dc)

ANHA