ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-04-2018
18 nîsan, 2018   04:00

*Dê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Gelê Êzidî û tevahî gelên Rojava-Bakurê Sûriyê cejna Çarşema Sor pîroz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Bi dengê xwe yê zelal û tembûra xwe, welatiyê Êzidî yê li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê bi boneya cejna Çarşema Sor stranek amade kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Meclîsa Sivîl a Reqayê bi boneya salvegera damezrandina meclîsê, şahiyekê li dar dixe. Saet 12.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Çarşem rojeka fadile Melik Fexredîn afrandibû ji eşiq û dile Nasnedikir rihetî û xefiletê. Çarşem rojeke bi hesabe Ji ba wan meleka hatî ev cewabe. Derîyêt xêra divekirîn ji rojhelat heta rojava. 

*Şêniyên Minbicê yên ji hemû pêkhateyan diyar kirin ku ew tehdîdên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina Efrînê qebûl nakin û tekez kirin ku ewê rê nedin çete li warê wan dizî, talanî, revandin û komkujiyan pêk bîn in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 *Welatiyê Efrînî yê ku du caran ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat revandin û bi mirinê re rû bi rû ma got ku çi dibe bila bibe ew ê vegerin warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyên Êzidî yên navçeya Tirbespiyê cejna Çarşema Sor li gelê Êzidî pîroz kirin û piştgiriya Êzidiyên Efrînê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Endamê Meclîsa Rêveber a Partiya Azadê û  Demokrasîya ya Êzîdiyan Qehtan Elî diyar kir ku armanca wan ji beşdarbûna hilbijartinan ew e ku rê nedin ku komkujiyên nû li dijî civaka êzîdî pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hejmarek ji rûspiyên herêma Dêrazorêê diyar kirin ku divê hemû cîhan li dijî binpêkirin û komkkujiyên dewleta Tirk û guhertina demografîk ku li Sûriyê pêk tîne rawestîn in. Rûsiyên her wiha gotin ku ew ê tu carî parçekirina Sûriyê qebûl nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî da zanîn ku meclîsa ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve ji bo Efrînê hatiye avakirin ne rewaye û nûnertiya îradeya gelê Efrînê nake û got: "Hemû fermanên wan ji dewleta Tirk e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

 

 

*Endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê dane zanîn ku ew ê dest bi xebatên vekirina buroyên partiyê li parêzgehên Sûriyeyê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Piştî ku bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞʹê hat rizgarkirin, jinê cihê xwe di gelek qadên jiyanê de girt. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Jinên Kurd û Ereb ku kevneşopiyên Serdema Neololîtîk hîna jiyan dikin. Bi keda destên xwe wekî çêkirina mast, penêr, nan û hwd amade dikin û malbatên xwe xwedî dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 CIVAK Û JIYAN  

*Ji ber kêmbûna baranê, berhemên çandiniyê yên navçeya Girkê Legê ziyan dît. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyê Efrînî bi dikana xwe ya biçûk alîkariya bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê yên Kantona Efrînê dike.  

DOSYA

*Artêşa Tirk û çeteyên wê mal û milkên welatiyên Efrînê didizin û talan dikin. Malê welatiyan bi zorê destser dikin û dikin yê xwe. Di heman demê de diziya tiştên dîrokî û şûnwaran jî dikin. Di heman demê de hin saziyên çapemeniyê yên bi ser wan ve hin tiştan dixin rojevê da ku siyasta talan û diziyê ku pêk tîn in veşêr in.

ANHA