Xwişkên ku çavên xwe winda kirine li benda dermankirinê ne

 Sê xwişkên bi navê Nîroz , Nedîfa û Elya ji ber bombebarana Artêşa Tirk ronahiya çavên xwe yên rastê winda kirin. Lewma pêwîstiya wan bi dermankirina lezgîn heye

Xwişkên ku çavên xwe winda kirine li benda dermankirinê ne
Xwişkên ku çavên xwe winda kirine li benda dermankirinê ne
Xwişkên ku çavên xwe winda kirine li benda dermankirinê ne
Xwişkên ku çavên xwe winda kirine li benda dermankirinê ne
Xwişkên ku çavên xwe winda kirine li benda dermankirinê ne
Xwişkên ku çavên xwe winda kirine li benda dermankirinê ne
17 nîsan, 2018   04:08

ŞERVÎN MUSTEFA / EFRÎN

 Hersê xwişkên bi navê Feyrûz, Nedîfa û Elya ji ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirk û çeteyên wê çavê xwe winda kirin. Di heman bûyerê de pîra wan jî jiyana xwe ji dest da. Pêwîstiya hersê xwişkan bi dermankirina lezgîn heye. Bijîşk jî li kantona Şehbayê nîn in.

Şêniyên Efrînê 58 rojan di bin bombebaran û topbarana Artêşa Tirk û çeteyên wê de liber xwe dan. Bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn. Gelek ji wan hîn jî têne dermankirin.

Hin malbat bi temamî birîndar bûn. Birînên hinan ji wan giran e. Şêniyên Efrînê di hemû şert û mercan de li kantona Şehbayê liber xwe didin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di roja 2'ê adarê de otobîsek ku welatiyên sivîl lê siwar hatbibûn hedef girt. Bûyer saet di 06.00'an de pêk hat.

Malbata Hesen Mustefa (53) bi hin malbatên din re ji ber êrîşa hovane ya Artêşa Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derketin. Malbatê bibîr xist ku wê rojê top bi ser serê wan de dibariyan.  Di bûyerê de jineke xityar û zarokeke 10 salî şehîd bûn, her wiha 18 sivîlên din birîndar bûn.

Di bûyerê de bapîra hersê xwişkan a bi navê Emîna Mustefa ya 85 salî şehîd bû. Malbata ku ji dayîk, bav û sê keçan pêk dihat, li Efrînê bi aramî jiyan dikirin. Di xebata di nav zeytûnan de jiyana xwe pêk tanîn. Hersê xwişk jî di bûyerê de birîndar bûn, hersiyan ronahiya çavê xwe yê rastê winda kirin.

Tevî bûyera ku gelek zirar bi malbatê kir, lê carde jî dayîka hesê xwişkan Semîra Hesen dibêje raste wan ziyan dîtiye, hersê keçên wê çavekî xwe winda kiriye lê her tişt fedayî Efrînê ye.

Bavê hersê xwîşkan jî bîranên xwe yê di nava darên zeytûnan de bibîr anîn û got ku wan bi xebata xwe ya di nava darên zeytûnan de debara xwe ya jiyanî pêk tanîn û ev tişt anî ziman: "Em di wê baweriyê de ne ku em ê vegerin Efrîna azad."

Pêwîstiya hersê xwişkan Nîroz Mustefa (35), Nedîfa Mustafa(19) û Elya Mustefa (12) bi dermankirina lezgîn heye, da ku karibin careke din bi çavên xwe bibînin.

Hersê xwişk dema birîndar bûn, li nexweşxaneya Avrîn di hatin dermankirin. Elya çend rojan di bin çavdêriyê de ma, lê paşê neçar bûn ku berê xwe bidin navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê. Niha li noqteya Heya Sor a Kurd dermanan distînin. Lê ji ber ku bijîşkên çavan nîne, rewşa zor e. Pêwîstiya hersê xwişkan bi dermankirina pir lezgîn heye.

(dc)

ANHA