ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-04-2018

*Dê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-04-2018
17 nîsan, 2018   04:00

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê şehîd Ezîz Ereb di 32ʹyemîn salvegera şehadeta wî de bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo beşdarî merasîma ragihandina nasnameya şervanekî YPGʹê dibin. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

 *Welatiyê bi navê Muslim Keştan tenê bi du çekan rê li ber bi dehan leşkerên Tirk ên ku hewl dan derbasî gundewarên Kobanê bibin, girt. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

*Aloziya di navbera Rûsya û Amerîkayê de dişibe aloziya Kobayê. Gelo wê ev alozî bi hevpeymanekê bi dawî bibe?.

JIN

*Sê xwîşkên bi navê Feyrûz, Nedîfa û Elya ji ber bombebarana Artêşa Tirk ronahiya çavên xwe yên rastê winda kirin. Lewma pêwîstiya wan bi dermankirina lezgîn heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Meclîsa Jinan a Tebqayê bi hevserokên melîsên herêmî yên gundên girêdayî bajaroka Cirniyê ya bakur-rojavayê bajarê Tebqayê re civiya da ku meclîsên herêmî yên jinan werin avakirin. Armanc ji civînan jî ew e ku jin di hemû qadên jiyanê de katîf bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Meryem Gedro bi hiya nexweşiyan derman dike û keça xwe ya biçûk xwedî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Şêniyên bajaroka Cirniye ya bakur rojavayê Tebqayê qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk şer li dijî gelê Sûriyê binav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Qamişlo ji ber ajotina motorsîkletan nerazîbûn nîşan dan. Ji bo sînodarkirina vê rûdanê hêzên Asayîşê ketin tevgerê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Midûriyeta Çandiniyê ya girêdayî Komîtya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a bajarê Tebqayê da zanîn ku qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve xetereyê ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Mihemed Salih ragihand ku li zanîngeha Rojava deriyê tomarkirinê li ber xwedekarên Efrînê vekiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Rastiya polîtîkeyên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yê ji El-Qaîde û DAIŞ‘ê roj bi roj eşkere dibin. Wekî tê zanîn ku dewleta Tirk di warê leşkerî de di rêza duyemîn a NATO‘yê de ye û di cîhanê de ya 7‘emîn e. Tirkiyê di êrîşên xwe yên ser kantona Efrînê têknîka herî pêşketî, ji balafir, kobera, tankên liyobar ên almanî, moşekên katyoşa, obus bi kar anîn. Piştî dagirkirinê dest bi talakirinê kirin.( BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

*Hevseroka Tevgera Azadî ya Kurdistanê û Endama KNK'ê Şîlan Şakir diyar kir ku li Şengalê pêşketinek mezin tê jiyankirin û destnîşan kir ku şêniyên herêmê sîstema xwe ya rêveberî saz kirin û da zanîn ku divê gelê Başûr ji hilbijartinên perlemantoya Îraqê sûd bigirin, da ku li dijî siysetên dewleta Tirk a dagirker derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA