Artêşa Tirk li Cûdî jî operasyon da destpêkirin

Artêşa Tirk a dagirker bi tevlêbûna cerdevanan li Cûdiyê operasyon da destpêkirin.

Artêşa Tirk li Cûdî jî operasyon da destpêkirin
16 nîsan, 2018   19:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê bi tevlêbûna ji 300’î zêdetir cerdevanan û bi tevlêbûna ji 2500’î zêdetir leşkeran operasyoneke berfireh da destpêkirin.

Saloxdêrên ji herêmê ragihandin ku operasyon vê êvarê hatiye destpêkirin.

Artêşa Tirk vê sibehê jî li Bestayê operasyon dabû destpêkirin.