Bi merasîmekê nasnemeya gerîlayê HPG‘ê hate eşkerekirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Qamişlo, nasnameya gerîlayekî HPG‘ê ku li herêmên Parastina Medyayê şehîd bû bi merasîmekê, eşkere kir.

Bi merasîmekê nasnemeya gerîlayê HPG‘ê hate eşkerekirin
Bi merasîmekê nasnemeya gerîlayê HPG‘ê hate eşkerekirin
16 nîsan, 2018   12:45

QAMIŞLO

Gerîlayê HPG‘ê Tengezar Mihemed Cubeyer (Ekrem) li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li herêma Garê ya herêmên parastina Medeya sala 1997‘an de şehîd bû. Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Qamişlo bi aramca îlankirina nasnameya şehîd, merasîmeke li darxist.

Merasîm mala şehîd Tengezar a li taxa Kornêş a bajarê Qamişlo bi amadebûna bi sedan welatiyan hate lidarxistin.

Merasîm bi turaneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir. Endamê Rêveber ê Mclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Qamişlo, Fedekar Botan hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got, "Em bejna xwe li hemberî şehîndan ditewînin."

Fedekar Botan, anî ziman ku gelê Kurd evîdarê azadî û aşîtiyê ye, dewletên dictator li hemberî wan siyasetên qirkirinê meşand.

Di merasînê de, her wiha ji şervanên YPG‘ê Sîdar Amed axivî û soza mezinkirina têkoşînê da.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

(bb)

ANHA