Belavkirina alîkariyan li şêniyên Efrînê didome

Heyva Sor a Kurd belavkirina alîkariyan li şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji malên xwe berdin û li kantona Şehbayê bi cih bûne, didomîne.

Belavkirina alîkariyan li şêniyên Efrînê didome
Belavkirina alîkariyan li şêniyên Efrînê didome
16 nîsan, 2018   11:30

ŞEHBA

Belavkirina alîkariyan li şêniyên Efrînê bi hevkariya meclîsa herêmî ya navçeya Til Rifet û komînan hate kirin.

Heyva Sor piştî ku alîkarî ji şêniyên herêma Cizîrê û Firatê kom kir, şand kantona Şehbayê û ji wir jî alîkarî li ser gelê Efrînê hate belavkirin. Di vê çarçoveyê de 4 hezar û 800 parên xwarinê û madeyên paqijiyê li 4 hezar û 800 malbatî hatin belavkirin.

Hete destnîşankirin ku heftane komîn alîkariyê li şêniyên Efrînê belav dike. Lê her roj hejmara şêniyên Efrînê ku berê xwe didin kantona Şehbayê zêde dibe.

Her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin ji aliyê rêxistinên mirovahî tê paşguhkirin.

(bx)

ANHA