Tebqayê sîstema xwe ya parastinê xurt dike

QSD`ê li herêma Tebqayê dewreya bi navê "Şehîd Ehmed El-Şawî" ya focên leşkerî bidawî kir.

Tebqayê sîstema xwe ya parastinê xurt dike
16 nîsan, 2018   10:34

TEBQA

Dewreya 4`mîn a foca leşkerî bi navê şehîd Ehmed El-Şawî bi merasîmekê bidawî bû. Fermandarên QSD, Hevseroka Komîteya Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Fatma Mihemed û rûspiyên êlên herêmê tevlî merasîma bidawkirina dewreyê bûn.

Fatma Mihemd bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir.

Dewreya perwrdeyê 45 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên birdozî û leşkerî hatin dayîn.

Yek ji rûspyên êlên herêmê Ayid El-Hadî li ser rola şervanên QSD`ê di rizgarkirina herêmê ji çeteyan û parastina şêniyên herêmê ji êrîşan, axivî.

Di dawiya merasîmê de şervanan sonda leşkerî xwarin.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi xelekên gerandina govendê bidawî bû.

(bx)

ANHA