Jinên Tebqayê di xebatên çandiniyê de çalak in

Jinên bajaroka El-Cirniye ya bakur-rojavayê bajarê Tebqayê û gundê girêdayî wê bi çalak cihê xwe di xebatên amadekariya zeviyên demsala havînê de ku vê demê tê çandinî de, digrin.

Jinên Tebqayê di xebatên çandiniyê de çalak in
Jinên Tebqayê di xebatên çandiniyê de çalak in
Jinên Tebqayê di xebatên çandiniyê de çalak in
Jinên Tebqayê di xebatên çandiniyê de çalak in
16 nîsan, 2018   08:25

ESMEHAN UMER / TEBQA

Di dema ku dewleta Tirk ava Firatê ji ser Bakurê Sûriyê qut kir, metirsîna welatiyan a derbarê peydakirina avê ji bo avdana zeviyan di nava cotkaran de zêde bû. Vê yekê bandor li jiyana hemû welatiyên herêmê kiriye. Lê welatiyên herêmê di vê demê de amadekariya çandiniya zeviyên demsala havînê dikin.

Jin bi awayekî çalak cihê xwe di amadekariya zeviyan de digre. Ji cotkirina zeviyan dest bi kar dike û heta berhevkirinê de xebatên xwe didomîne.

Piştî zevî tê cotkirin, jin dest bi danîna tov, an jî şitlan dike. Her wiha simad dikin û avdan tê destpêkirin.

Jinên herêma Tebqayê piraniya xebatên çandiniyê pêk tîn in, bi taybet ji ber ev herêm li ber Çemê Firatê ye û derfeta avdana zeviyan lê zêde ye.

Lê ji ber dewleta Tirk ava Firatê ji ser herêma Bakurê Sûriyê girtiye, cotkarên herêmê di nava metirsînê de ne. lewma welatiyan dest bi kolandina bîran kirine, da ku zeviyên xwe av bidin.

Dewleta Tirk a dagirker, di riya bendavên ku li ser Çemê Firatê çêkirine, ava ji ser herêma Bakurê Sûriyê qut kiriye û hemû qanûnên navdewletî yên derbarê parvekirina avê di nav dewletan de binpê kiriye.

(dc)

ANHA