Li Çilaxa şehîd Ezîz Ereb hat bîranîn

Şêniyên navçeya Çilaxa û gundewarên wê şehîd navnetweyî Ezîz Ereb di salvegera wî ya 32ʹyan de bi bîr anîn. 

Li Çilaxa şehîd Ezîz Ereb hat bîranîn
14 nîsan, 2018   14:32

QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Çilaxa û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl beşdarî merasîma bîranînê bûn. 

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya TEV-DEMʹê Hacih Hesen axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîd Ezîz Ereb.

Hesen da zanîn ku şehîd Ezîz sembola jiyana hevbeş û biratiya gelan e. Her wiha diyar kir ku şoreşa Rojava bi ruhekî navneteweyî û jiyana hevbeş hat lidarxistin. 

Merasîm bi dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ bi dawî bû. 

Şehîd Nadir Şêx Hesen (Ezîz Ereb) yekem ciwanê ku ji pêkhateya Ereb beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Şehîd Ezîz ji gundê Mêremînê yê Kantona Efrînê ye.   

(mm)

ANHA