El-Esed: Li dijî terorîzmê biryardariya me xurt bû

Serokkomarê Sûriyê Beşar El Esed piştî êrîşa DYA, Ingiltere û Fransayê bi Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî re bi telefonê axivî.

El-Esed: Li dijî terorîzmê biryardariya me xurt bû
14 nîsan, 2018   11:58

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Esed bi telefonê ji Rûhanî re got, ‘’têkoşîna dijî terorê ne kêmî  ya berê ye’’.

DYA, Fransa û Ingiltere bi sûcdariya ku 7’ê Nîsanê li Dûmayê çeka kimyewî bi kar anî bû moşek avêtibûn Sûriyê û ji hewayî ve êrîş anîbûn.

Rêveberiya Şamê bi daxuyaniyê ji bo êrîşê got, ‘barbar’ û got Rojavayî nahêlin ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî werin xebatan bikin. Tê payin ku rêxistin Şemiyê li Dumayê lêkolînê bike.