Gelê Dirbêsiyê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê bi armanca piştgiriyê ji bo gelê Efrînê, her wiha li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên dewleta Tirkiyê li Bakurê Sûriyeyê xwepêşandanek li dar xistin.

Gelê Dirbêsiyê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Gelê Dirbêsiyê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Gelê Dirbêsiyê li dijî dagirkeriyê meşiyan
14 nîsan, 2018   11:47

HESEKÊ

Di xwepêşandanê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, ala YPJ/YPG`ê û pankartên bi nivîsên "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê pergala Îmralî hilweşînin, em bêdengiya navdewletî şermezar dikin û em soz didin ku em ê bi Rêberê xwe re azad bijîn" hatin hildan.

Xwepêşandan ji ber navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya navçeya Dirbêsiyê destpê kir û ber bi kolana sereke ya bajar ve meşiya. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên wekî "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, bê Serok jiyan nabe, bi can bi xwîn bi te re ne Serok û Efrîn ne bi tenê ye" hatin birêz kirin.

Xwepêşandan li kolana sereke ya bajar veguherî mitîngê. Mitîng bi rêzgirtin destpê kir. Paşê Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Mihememd Til Kerma wiha axivî, "Bakurê Sûriyê û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke hesas de derbas dibe. Hemû dewletên ku naxwazin projeya Netewa Demokratîk bi ser bikeve û bi taybet Tiriyê êrîşî me dikin. Lê  bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em li hember van êrîşan li ber xwe didin û em ê dagirkeriyê têk bibin."

Mihemd di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû cûreyên çekan li dijî gelê Efrînê herêma bikar anî, komkujî li ser gelê Efrînê pêk anî û dixwaze ku demogafiya herêmê biguhere û li şûna malbatên Efrînê çeteyên xwe bi cîh dike.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û banga azadiya Rêber Ocalan bidawî bû.

(bx)

ANHA