Li Şêladizê dewleta Tirk êrîş kir, 3 bira winda bûn

Piştî bombebarana balafirên şer ên Tirk bi ser Şêladizê de 3 bira winda bûn. Fikar hene ku her sê bira hatibin qetilkirin.

Li Şêladizê dewleta Tirk êrîş kir, 3 bira winda bûn
14 nîsan, 2018   09:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Tirk beriya 6 rojan (8’ê Nîsanê) gundê Nêrwe Sîto yê bajarokê Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Dihokê bombebaran kirîbû. Di bombebarana artêşa Tirk a dagirker de zirarek mezin li malên gundiyan bûbû.

Piştî heman bombebaranê 3 birayên ji Şeladizê jî winda bûn. Ji wê rojê ve agahî ji hersê birayan nayê girtin. Ev çend rojin malbat û gundî li hersê birayan digerin, lê hîn jî tu agahiyek nehatiye girtin. Hersê birayên bi navê Remezan Mihemed, Tahir Mihemed û Mecîd Mihemed roja bombebaranê li nava zeviyên xwe yên li gundê Nêrwe Sîto kar dikirin.

Li gorî agahiyên ku gundiyan dane, dema hersê birayan karê xwe dikir, balafiran herêm bombebaran kiriye. Gundiyan piştî bombebaranê li cihê bûyerê hêstirên hersê birayan û tiştên wan dîtin. Gundiyan gotin ku hêstir di encama bombebaranê de hatine kuştin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku gumana wan heye ku hersê bira jî di encama bombebaranê de hatibin kuştin.

Li aliyê din çapemeniya Tirk dîmeneke ku îdîa dikin yên gerîlayên PKK’ê ne belav kirin. Dîmen ji balafiran hatine kişandin, lê balkêş e ku di dîmenan de gerîla na, gundî xuya dikin. Di dîmenan de gundiyên ku li nava zeviyên xwe hêstirên xwe bar dikin hene. Piştî bombebaranê li heman herêmê hêstir bi awayekî kuştî hatin dîtin, lê gundî winda bûne.