Cenazeyê welatiyan ku artêşa Tirk ew revandibûn li ser sînor kuştî hatin dîtin

Îro di saetên sibê de cenazeyê du welatiyên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibûn revandin li ser sînorê Rojava – Bakurê Sûriyê ji aliyê şervanên YPG`ê ve hatin dîtin

Cenazeyê welatiyan ku artêşa Tirk ew revandibûn li ser sînor kuştî hatin dîtin
Cenazeyê welatiyan ku artêşa Tirk ew revandibûn li ser sînor kuştî hatin dîtin
Cenazeyê welatiyan ku artêşa Tirk ew revandibûn li ser sînor kuştî hatin dîtin
Cenazeyê welatiyan ku artêşa Tirk ew revandibûn li ser sînor kuştî hatin dîtin
14 nîsan, 2018   10:13

SERÊKANIYÊ

Artêşa Tirk a dagirker duh du welatiyên ji bajarê Serêkaniyê dema dixwestin derbasî Bakurê Kuristanê bibin li ser sînorê Rojava – Bakurê Sûriyê revandin.

Şervanên YPG û YPJ‘ê îro, di saetên sibehê de, li gundê Ebû Son ê ku 10 km dikeve rojavayê bajarê Serêkaniyê cenazeyên herdu welatiyan kuştî dîtîn. Şervanan welatî rakirin nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê. Nûçegihana me ji herêmê diyar kir ku li ser herdû cenazeyan şûna îşkenceyan diyar bû.

Ji welatiyên ku hatin kuştin, nasnameya Zayid Abdullah El-Mixêrt ji gundê El-Tirozaya yê girêdayî Reqayê ye.

(bx)

ANHA