Rojeva rojnameyên Erebî

Rojnameyên Erebî yên vê sibehê derketine mijarên wekî  êrîşên DYA, Fransa û Birîtanya ya li dijî rêjîma Sûriya û berdewamiya derketina çeteyan ji Xûtaya Rojhilat, civîna Yekîtiya Ereban ku dê sibe were lidarxistin, hilbijartinên Iraqê û aloziya Filistîn û Israîl girtin dest.

Rojeva rojnameyên Erebî
14 nîsan, 2018   08:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî bal kişandin ser derbeya leşkerî ya ku DYA, Fransa û Birîtanya li djiî bargehên rêjîma Sûriyê pêk anî bû û daxuyaniyê ku derbarê mijarê de hatine dayîn û berdewama derxistina çeteyên Ceyş El-Islam ji Xûtaya Rojhilat.

derbeya li ser nûqteyên rêjîma Sûriya

Ji rojnameyên Erebî behsa amadekariyên mûdaxeleya rêjîma Sûriyê, El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Rojavayî û Ewropî derberê firehkirina cezayan li dijî sîstema El-Esed hinek aram in" weşand û got, "Di gel nakokiyên di Mosko û dewletaên rojavayê de di mijara  derbeyê li dijî rêjîma Sûriyê de berdewam e, piştî êrîşa kîmawî ya li Dûmayê, duh hindek rewşa aram bû, hin hewldan hatin dayîn ku ji şûna derbeya cezayên nû li dijî sîstema Beşar El-Esed were dayîn, ev yek jî piştî ku tîma Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dest bi xebatên xwe li Sûriyê kirin, pêk hat"

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset  bal kişadn ser êrîşa DYA, Frnansa û Birîtaniya li dijî rêjîma Sûriyê. Rojnameyê di nûçeya xwe ya bi navê "Koalîsyona sê alî  bersiva êrîşa kîmawî didin û bargehên leşkerî yên Sûriyê hedef kirin"de got "Serokê Amerîkayê Donald Trump vê sibehê (Şemê) da xuyakirin ku Amerîka bi hevkariya Fransa û Birîtanya biryara ‘derbeya leşkerî di nava çend deqayan de‘  li dijî hedefên Sûriyê yên çekên kîmawî da"

Çeteyên Ceyş El-Isalm ji Xûtaya Rojhilat derdikevin

Rojnameyan her wiha giranî dane berdewama derketina çeteyên Ceyş El-Islam ji Xûtaya Rojhilat. Têkildarî mijarê, Rojnameya El-Heyat nûçeyek di bin sernavê "Derxistina Çeyş El-Islam didome û hêzên ewlekariyê yên Rûsya bi cih dibin" weşand û diyar kir ku xebatên derxistina çekdarên Ceyş El-Islam û malbatên wan ji Dûmayê duh berdewam kir. Di nivîsê de hate gotin "Çavkaniyekî nêzî mûxalefetê diyar kir ku derketina çekdaran û malbatên wan dê heta nîvê vê hefteyê dewam bike. Wezareta Parastinê ya Rûsya jî ragihandin ku polîsên wan yên leşkerî şeva pêncşemê li nûqteyên kontrolê yên Dûma bi cih bûn û xebatên ji bo misogeriya ewlekariya herêmê berdewam e."

Civîna welatên ereban ber bi şermezarkirina destwerdana Tirkiyê ve ye

Rojnameya her wiha mijara mûdaxeleya  dewleta Tirk di Sûriyê û Iraqê de destnîşan kirin, Rojnameya El-Şeriq Ewset bal kişand ser civîna Yekîtiya Ereban ku dê sibe li Siûdî were lidarxistin, rojnameyê di nûçeya xwe ya bi manşêta "Civîna Zehran  ya sibe ji bo şermezarkirina derbasbûna Tirkiyê Sûriyê û Iraqê ye" de got,  Sibe li Zeharanê ya rojhilatê Siûdiyê civîna 29‘an a Yekîtiya Ereban tê lidarxistin. Ji mijarên ku dê di civînê de werin gotûbêjkirin, dosyayên Sûriyê, Yemen û Filistînê, destwerdanên Îran û Tirkiyê ne."

Di berdewama nivîsê de hate destnîşankirin ku "Rojanemaya El-Şeriq El-Ewset kopiyeke ji reşnivîsa biryarên ku civîna pêr ya wezîrên derve yên welatên ereban hatine girtin, bi dest xist. Ji wan biryaran operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Efrînê û êrîşên li ser Xûtaya rojhilat dê werin şermezarkirin. Her wiha wezîran derbasbûna hêzên Tirkiyê di xaka Iraqê de şermezar kirin û banga vekişandinê bê şertan kirin."

Hilbijartinên Iraqê

Derbarê hilbijartinên Iraqê, nûçeyên cûda hatin weşandin. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Îro li Iraqê hemleya poropogenda ya hilbijartinan dest pê kir" weşand û Rojnameya El-Ereb jî "Alîgirên El-Malkî ji bo kesên Şîa di hilbijartinan de bikşînin aliyên xwe xîtabên hişk dikin" weşand û got, " Partiya Dewa ya desthilatdar a Iraq ji bo ku kesên şîa di hilbijartinan de bikişînin bi aliyê xwe ve xîtabên hişk, olî li ser zimanê fermandarên xwe dikin."

Iraq di pêkanîna darvekirinê de astên jor de ye

Rojnameya El-Heyat bal kişand ser rapora Rêxistina Efû ya Navdewletî û nûçeyek bi sernavê "Di mijara pêkanîna darvekirinê, Iraq di astên jor de ye" weşand û got, Rêxisitna Efû ya navdewletî ragihand ku Iraq yek ji welatên ku di asta jor de ku darvekirinê pêk tîne û destnîşan kir ku ne kêmî 125 îdam bi erekedarkirina desthilatdariya navendî pêk hatiye û sedemên xwe girêdayî sûcên teror, kuştin, revandin û bikaraîna madeyên hişbiriyê."

Di îna "Rakirina alê" de pevçûnên dijwar di navbera Israîl û Filistîniyan de derketin

Rojnameya El-Qudis El-Erebî, behsa aloziya Filistînê nûçeyek bi sernavê "Welatiyên Xezayê Îna meşên vegerê yên sêyemîn silav dikin..Artêşa dagirker bi gueleyan bersivê dide" weşand. Di nivîsê de " Mîna herdu înên derbasbûyî, hêzên dagirker ên Israîl li dijî xwepêşandaran tundî bi kar anî, Wezareta Tendurisityê ragihand ku di pevçûnan de yek kuşti û 701 birîndar hene."

Yemen; Riyad Konseya Ewlekariyê rexne dike

Rojnameya El-Şeriq Elwest di manşta xwe ya derbarê Yemenê ya bi navê "Siûdiya: Bêdengiya navnetewî destûr dide Îran û Hûsiyan"  de got, "Riyad Konseya Ewlekariyê rexne kir ku derbarê şandina moşekên balistîk ji bo Hûsiyan ji aliyê Îranê tevnegeriya û destnîşan kir ku helwesta navnetewî hişt ku êrîşên Hûsiyan li dijî herêmên niştecihbûnê yên Siûdiyê û bargehên navdewletî di deryaya Sor de pêk werin."