‘Hin aliyên xiyanet kirin, niha jî xwe bi gelê Efrînê xweş dikin’

Endamê Rêveberiya Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk a Kantona Efrînê Ebdulrehman Selman got ku hin kom û kesên di nav ENKSʹê de di dagirkeriya li ser Efrinê de li gel dagirkeran cih girtin e.

‘Hin aliyên xiyanet kirin, niha jî xwe bi gelê Efrînê xweş dikin’
14 nîsan, 2018   06:16

SOLÎN REŞÎD – ARŞÎN NECAR / ŞEHBA

Ebdulrehman Selman ji ANHAʹyê re axivî û da zanîn ku hin kom û kesên di nava ENKSʹê beşdarî êrîşên dagirkirina Efrînê bûn. Selman wiha got, ʺDagirkirina Efrînê bi riya komployeke navneteweyî pêk hat. Dewleta Tirk ji projeya Federaliya Demokratîk ditirse ji ber vê Efrîn dagir kir.ʺ

Selman di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser siyasetên hin kom û kesên di nava ENKSʹê di dema dawî de û wiha got, ʺhin kom û kesên di nava ENKSʹê li hember gelê efrînê dijminahî kirin. Niha jî hindek kes dixwazin bi riya hindek daxuyaniyan hewl didin xwe bi gelê Efrînê xweş bikin. Banga min ji gelê Efrînê re heye ku li hember lîstokên ew kom û kesên di nava ENKSʹê hişyar bin. Ji ber ku destê wan jî di dagirkirina Efrînê de heye.ʺ

Selman diyar kir ku wan kes komên ango partiyên ku di nava ENKSʹê cih digirin di dema êrîşên li ser Efrînê de, rê û erdnîgariya herêmê bi artêşa Tirk a dagirker didan nasîn û wiha axivî, ʺ Ew xayînin û gelê Efrînê baş wan nas dike. Divê gel di vê demê de vengere Efrînê û bi derewên dewleta Tirk neyê xapandin, ji ber ku artêşa Tirk û çeteyên wê sivîlan dikujin.ʺ

Beriya demekê çavkaniyekê ji ANHAʹyê re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li gorî lîsteyên navên ku ji hin aliyên ENKSʹê ve tên amadekirin, welatiyan dikujin û malên wan dişewitînin.

(mm)

ANHA