‘Bersivdayîna dagirkeriya Tirk li ser Başûr, lidarxistina Kongreya Neteweyî ye’

Şirovekarê Siyasî Kamran Kolobî da zanîn ku bersivdayîna dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê, lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye.

‘Bersivdayîna dagirkeriya Tirk li ser Başûr, lidarxistina Kongreya Neteweyî ye’
14 nîsan, 2018   07:51

CÎHAD ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk beriya niha bi çend rojan li herêma Bradostê a Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dan destpêkirin. Lê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê heta niha tu helwestên zelal derbarê dagirkeriya Tirkiyê de, nîşan nedan.

Têkildarî mijarê, Şirovekarê Siyasî û Bernamzetê Perlemanê Iraqê ya Lîsteya Nifşên Nû li Herêma Kurdistanê, Kamran Kolobî ji ajansa me re axivî.

Hevpeyvîna ku nûçegihanê me bi Kolobî re çêkirî wiha ye:

Win berfirehbûna hebûna dewleta Tirk li Herêma Başûrê Kurdistanê û avakirina bargehên nû çawa dibînin?

Berfirehbûna hebûna Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê ne tiştekî  nû ye. Bi derketina PDK`ê li Başûr, dewleta Tirk dikaribû biryara siyasî ya vê partiyê derbas bike, ji ber ku noqteya herî lawaz a PDK`ê mayîna desthildarî li Başûr û bidestina madî ye.

PDK`ê bibêdenbûna partiyên din li Başûrê Kurdistanê hêza wê di desthildarî de zêde bû, lê partiyên din jî nikaribûn yekîtiya neteweyî biparêzin û ji bo avakirina Kurdistaneke yekbûyî di aliyê diplomatîk de û derxistina biryareke rast, nikaribûn tiştek bikirina.

Li Rojhilata Navîn alozî û pevçûn hene û dibe ku ev pêvajoya parçekirina Rojhilata Navîn be, di demeke wisa de Tirkiyê hebûna xwe li axa Başûrê Kurdistanê berfireh dike, gelo win dibînin ku Tirkiyê hewl dide sînorê xwe berfireh bike û herêmên Başûrê Kurdistanê tevlî xwe bike?

Dema DYA`yê Tirkiyê ji operasyonên rizgarkirina Mûsil û Reqayê der xist, Erdogan zanibû ku êdî hevkariya bi DYA`yê re lawaz e. Ji  ber vê yekê jî dewleta Tirk bi rêya vekirina deriyê penaberan ber bi Ewropayê ve ger ku daxwazên Tirkiyê neyên bicihanîn, gef li Yekîtiya Ewropayê xwar. Erdogan bi hevkariya Rûsya li pêş çavên cîhanê êrîşeke hovane  bir ser Efrînê, da ku îradeya xwe li ser Emerîkiya ku niha li ser saxa Rojava û Bakurê Sûriyê heye, feriz bike.

Derbarê berfirehkirina hebûna Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê, ev tiştekî dihate texmînkirin. Êdî hebûna Tirkiyê Başûrê Kurdistanê bûye rastiyeke bi êş, ev yek jî bi riya hevkariya PDK`ê bi serokatiya Barzanî ya ku derbarê firotina Betrola Başûr ji bo 50 salî lihev kirin, pêk hat.

Berfirehbûna hebûna Tirkiyê ne tiştekî nû ye, ev vedgere ramanên Osmaniyan û Erdogan îro li ber çavê cîhanê vê xetê dişopîne.

Ger Tirkiyê hebûna xwe li Başûrê Kurdistanê berfireh kir, gelo wê tenê zerar bighêje Başûr, lê wê Tirkiyê axa Kurdistanê tevlî nava axa Tirkiyê bike?

Ramanên tevlîbûna axê, partiyên Tirkî ji bapîrên xwe Osmanî werdigirin. Ev e Qubirs bi dehan salane ji aliyê Tirkiyê hate dagirkirin û cîhan hemû vê yekê dibîne. Çavbirçîbûna Tirkiyê di berfirehbûna li herêmê de, wê dewleta Tirk ber bi têkçûnê ve bibe, ji ber Erdogan bi nexweşiya Histeria ketiye û Emerîka û dewletên Ewropya tehdîd dike.

Win bêdengbûna Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê çavbirçîbûna Tirkiyê li Başûr çawa dinirxînin?

Li Herêma Kurdistanê valatiyeke siyasî û hikumî heye, ji ber ku piraniya partiyên ku tevlî avakirina hikumeta Nêçîrvan Barzanî bûne, dervayî pêvajoya siyasî û rêvebirina Herêma Kurdistanê ne. Em dikarin bêjin Herêma Kurdistanê di aliyê rêvebirin û perleman de, di rewşeke awarte de dijî, ji ber ku biryar bi destê PDK`ê ye ne bi destê hikumet û perleman e.

Ger Serokê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di PDK`ê de nûnertiya  siyaseta xwe dike, ne siyaseta gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê, matmayî nemînin ku biryarekî tekane derbarê derbasbûna artêşa Tirkiyê nava Başûrê Kurdistanê de bigre û bi xêrhatina wan bike, ev gav jî metirsiyek mezin li ser yekbûna axa Başûr çêdike.

Ne tenê li Başûrê Kurdistanê û Rojava, Tirkiyê hewl dide hebûna Kurdan li her derê rabike, di vê demê de gelo win nabînin lidarixistina Kongreyeike Niştimanî ya Kurdistanî gavekî giring e û avakirina eniyekî siyasî û leşkerî Kurdî yekbûyî?

Dewleta Tirk bi rêgeza jiyana hevbeş a di navbera gelan de bawer nake, lê dewleta Tirk bi li gorî daxwaz û kesayeta Erdogan diçe.   Ji ber vê yekê jî em dibînin ku dewleta Tirk di aliyê diplomatîk û aborî de têk çûye. Di aliyê ewlekarî de jî, tûrizm li Tirkiyê têk çûye, ev yek jî ji ber siyasetên şaş ên Erdogan derbarê Efrînê û gefxwarina derbasbûna Minbic û Şengalê.

Li hemberî vê yekê, wekî gelê Kurd li hemberî çavbirçîbûna Tirkiyê pêwîste em yekîtiya xwe ava bikin. Ev yek jî em wekî Tevgera Nifşên Nû li Herêma Kurdistanê dema me bi şandeya HDP`ê re hevdîtin çêkir, li ser tekez kir.

Bi baweriya di navbera gelan de û danûstandina, tekane rê ku em wekî gelê Kurd mafê xwe bidest bixin. Di aliyê diplomatîk de jî pêwîst dike ku em rastiya gelê xwe di qada  naveteweyî de û taybet yekîtiya Ewropa, cîhana erebî û Islamî bidin naskirin.

Lidarxistina Kongreya Niştimanî ya Kurdistanî tekane rê ku em wekî gelê Kurd yekîtiya xwe ava bikin û ev yek jî bersiva herî guncaw ji dagirkeriya Tirk ji axa Başûrê Kurdistanê ye.

(kc)

ANHA