Artêşa Tirk welatiyek eşkece kir, du jî revandin

Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê, welatiyek êşkence kir û du welatiyên din jî  piştî êşkencê revandin.

Artêşa Tirk welatiyek eşkece kir, du jî revandin
13 nîsan, 2018   11:50

HESEKÊ

Welatiyê bi navê Abdullkerîm Ferhan Ayif tevî du kesên bi wî re, dewam hewl didan di sînorê Serêkaniyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve têne girtin û êşkencekirin.

Dagirkeriya Tirk piştî êşkenceyê Abdullkerîm Ferhan davêje aliyê sînorê Rojava, lê her her du kesên din hîna di destê dewleta Tirk de ne û çarenûsa wan ne diyar e. 

Abdullkerîm ku niha li nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê tê dermankirin, bi eslê xwe ji gundê Sewan e.

Bijîşkên nexweşxaneya Roj dane zanîn ku rewşa Abdullkerîm baş e.

(kc)

ANHA