Li Helebê şeva "Isra û Mirac" hate pîrozkirin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi merasîmek olî şev "Isra û Mirac" pîroz kirin.

Li Helebê şeva "Isra û Mirac" hate pîrozkirin
Li Helebê şeva "Isra û Mirac" hate pîrozkirin
Li Helebê şeva "Isra û Mirac" hate pîrozkirin
Li Helebê şeva "Isra û Mirac" hate pîrozkirin
Li Helebê şeva "Isra û Mirac" hate pîrozkirin
Li Helebê şeva "Isra û Mirac" hate pîrozkirin
13 nîsan, 2018   11:31

HELEB

Umeta Musliman her sal şeva 27‘ê Recebê ya "Isra û Miracê" pîroz kirin. Hevdîtian Olana a taxa Şêxmeqsûd bi vê wesîleyê merasîmek lidar xist.

Merasîm li mizgefta Miseb Bin Umeyr bi amadebûna welatiyên Muslman û Xirsitiyanên hate lidarxistin.

Nûnerê Meclîsa Sûriyeye Demokratîk, Parastiya Sûriya ya Pêşerojê, endamên saziyên sivîl, welatiyên Kurd, Ereb û Suryan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm piştî nimêja mexrib hate lidar xisitn, îmanê mizgefta Miseb Bin Umeyr Ebdullah Ebdulkerîm bi xêrhatina beşdar kirin.

Endamê Meclîsa Hevdîtina Olan Şêx Yehya Mehmûd Ebû Bera roja "Isra û Mirac" li beşdaran pîroz kir û wekî bûyerekî girîng di dîroka Islamê de bi nav kir.

Ebû El-Bera, bal kişand ser rewşa gelê Sûriyê û wiha anî ziman, "Her kesî gelê Sûriyê li pêşberî top û balafiran, komkujiyan bi tenê hişt. Her kes dixwaza îradeya gelê Sûriyê têk bibe. Lê mixabin, gelê me fêrî berxwedan, bawerî û girêdana bi welat ve bûye. Lewra em dev ji welatê xwe bernadin û naçin tu deverên din."

Piştî axaftina, Qûran, sirûdên olî hatin xwendin û dûa hatin kirin.

(bb)

ANHA