Li gundê Maretê yê Efrînê çi dibe?

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha bi duh rojan du ciwan ji kantona Efrînê revandin. Her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê qedexe kiriye ku kes ji gundê Maretê derkeve.

Li gundê Maretê yê Efrînê çi dibe?
13 nîsan, 2018   11:27

SÎMAV XELÎL / ŞEHBA

Çavkaniyan ji hundir kantona Efrînê raghandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha bi du rojan, ciwanê bi navê (A H) ê 29 salî ji gundê Maretê û ciwanê bi navê (A A) ê 26 salî yê ji navenda herêma Cindirêsê, bê sedem revandin û birin cihekî ne diyar.

Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyan ji gundê Maretê raghandin ku ji ber tunebûna madeyên xwarinê û nan, rewş gund her ku diçe zehmetir dibe û wiha dewam kir,ʺArtêşa Tirk a dagirer û çeteynê wê nahêlin ku sivîl ji gund derkevin û bi şev qedexebûna derketina derve di gund de radighînin.ʺ

Heman çavkaniyan gotin ku artêşa dagirker û çeteyên wê destûr nadin kesên nexweş jî ku biçin nexweşxaneyê û derman li gund tune ye.

(kc)

ANHA