Ev du sal in zeviyên çandiniyê hedefa guleyên dagirkeriyê ne

Zevî û baxçeyên herêma Dêrikê ku rojane 80 ton sebze berhem dide, dibe hedefa guleyên artêşa Tirk  û gel nikare xebatên çandiniyê li nava erdan bidomîne.

Ev du sal in zeviyên çandiniyê hedefa guleyên dagirkeriyê ne
Ev du sal in zeviyên çandiniyê hedefa guleyên dagirkeriyê ne
Ev du sal in zeviyên çandiniyê hedefa guleyên dagirkeriyê ne
Ev du sal in zeviyên çandiniyê hedefa guleyên dagirkeriyê ne
13 nîsan, 2018   10:45

CÎHAD ROJ - NEJBÎR OSAMAN / QAMIŞLO

Ev du sal in Artêşa Tirk a digirker nehêlin şêniyên gundê Eyn Dîwar û gelek gundên Berav ên Herêma Dêrik ji zeviyên xwe yên li ser sînor ên nêzî çemê Dicle sûdê werbigirin.

Bi sedan domin erdên çandiniyê yên li rex çemê ji beriya sedên salan ve jêdera aboriya şêniyên herêma Dêrikê û hin herêmên din ên Cizîrê ye.  Li gorî cotkaran ev zevî rojane 80 ton zebze berhemd dide. Lê di çend salên dawî de an bi zêdegaviyên desthilatdariya Tirkiyê û binpêkirinên xaka Rojava rewş guherî.

500 domin ji bo çandiniyê hatiye qedexekirin

Asta zêdegaviyên artêşa dewleta Tirk di sala 2017‘an de zêdetir bû. Leşkerên dewleta Tirk a dagirker nehiştin şênî nêzî zeviyên xwe bibin. kesên ku nêzî dibûn jî aliyê leşkeran ve tên gulebarankirin.

Desthilatdariya Tirkiyê sala derbasbûyî derdora 50 donim zeviyê genim ji bo çinînê qedexe kir. Îsal jî heman tişt kir.

Firehiya erdê ku çandin lê hatiye qedexekirin zêdeyî 500 domin e.

Bandorek neyinî li ser aboriya herêmê çêkir

Seyid Ehmed yek ji şêniyên gundê Eyn Dîwar e dibêje, "Ev du sal in artêşa Tirk nahêle em nêzî zeviyên xwe bibin."

Ehmed destnîşan kir ku desthilatdariya Tirkiyê qedexekirina çandinê li 5 hezar donim an 500 çewal feriz kiriye û got ku ev yek bandorek neyinî li ser aboriya herêmê kir û welatî bê kar man.

(bb)

ANHA