Kurdên li Lubnanê alîkarî ji gelê Efrînê re şand

Kurdistaniyên li Lubnanê dijîn 36 hezar dolar Amerikî ji bo alîkariya şêniyên  Efrînê, ji Heyva Sor a Kurd a Rojava re şand.

Kurdên li Lubnanê alîkarî ji gelê Efrînê re şand
13 nîsan, 2018   10:54

LUBNAN

Weqfa Çandî û Civakî ya Lubnanê ya Newroz bi armanca destekdayîna bi şêniyên Efrîn re, kampaniya komkirina dest pê kir.

Di çarçoveyê kampanyayê de, 36 hezar dolarê Amerikî hatin komkirin.

Weqfeyê, pere ji Rêxistina Heyva Sor a Kurd a Rojava re şand da ku pê alîkariyan ji şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man warên xwe terik bikin, peyda bike.

(bb)

ANHA