Êlên Zirganê: Wê gelê Efrînê bi hildana sembolên serkeftinê vegerin warê xwe

Rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Zirganê hevpeymana naveteweyî ya derbarê dagirkirina Tirkiyê ji kantona Efrînê re şermezar kirin û dane zanîn ku wê gelê Efrînê vegerin warê.

Êlên Zirganê: Wê gelê Efrînê bi hildana sembolên serkeftinê vegerin warê xwe
13 nîsan, 2018   09:00

ALVA OSÊ – SILAVA EBDULLREHMAN / HESEKÊ

Derbarê dagirkirina Efrînê, komkujî û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê û avakirina meclîsekê qaşo ji bo rêvebirina Efrînê de, ji ajansa me re axivin.

Rûspiyê Êla El-Şerabîn Ehmed Mihemed El-Xidir: Dagirkirina Efrînê piştî lihevkirina dewletên cîhanê li ser gelên Bakurê Sûriyê ku xeta sêyemîn ji xwe re hilbijatin û biratiya gelan ji xwe re esas digre, pêk hat. Em meclîsa ku bi destê MÎT`a Tirk li Dîlokê bi navê rêveberiya Efrînê de hatiye avakirin şermezar dikin. Ez bang li hemû gelên Bakurê Sûriyê dikim ku yekîtiya xwe zêdetir xurt bikin û dagirkirina ji axa Sûriyê bi tevahî derxînin.

Rûspiyê Êla Elbû Hereb Xalid Xelîl: Rûsya di dagirkirina Efrîn û pêkanîna komkujiyan derheqê sivîlan de, hevkarê Tirkiyê ye. Tiştê ku li Efrînê niha çêdibe guhartina demografiya Sûriyê bi giştî ye û bicihkirina çeteyên Xûta li Efrînê mînaka vê yekê ye.

Berxwedana Serdemê bi dawî nebûye, heta niha QSD, YPJ û YPG`ê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şer dikin. Madem lehengên wekî Avesta Xabûr û Barîn Kobanê hene, wê gelê Efrîn vegerê warê xwe.

Meclîsa ku li Dîlokê hatiye avakirin rewakirina dagirkeriya Tirkiyê û parçekirina Sûriyê ye. Lê ev Efrîn e ne Lîwa Iskenderon e, dagirkerî dirêj nake û wê gelê Efrînê bi rakirina sembolên serkeftinê vegerin warê xwe.

(kc)

ANHA