Rojeva rojnameyên Erebî

Ji mijarên sereke yên ku di rojeva rojnameyên Erebî de cih girtin; Mosko  ji bo çareserkirina aloziya bi Washigotonê re daxwaz a lidarxistina civîneke awarte li Konseya Ewlekariyê dike, wezîrên karê derve yên welatên Erebî tekezî li ser navendiya doza Filistînê dikin û her insyatîf û peyamên derbarê çareserkirinê red dikin. Hin rojnameyan jî behsa rewşa Yemenê kirin û gotin ku dosyaya Yemenê derbasî merheleyeke giran dibe.

Rojeva rojnameyên Erebî
13 nîsan, 2018   08:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Tirkiyê, di navbera Washington û Moskê de  navbênkar e

Rojnameyên Erebî, derbarê amadekariyên welatên rojavayî ku derbeyê li rêjîma Sûriyê bidin sernavên cûda avêtin. Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi navê " Nakokiyên Trump deriyê nezalabûnekê derbarê êrîşkirina Sûriyeyê vedike.. û Mosko daxwaza civîneke awarte li Konseya Ewlekariyê dike" weşand.  Di nivîsê de hate gotin "Nûçe belav bûne ku Tirkiyê di navbera Washington û Moskoyê navbeynkarê çêdike da ku îhtîmala pevçûnê di navbera herdu welatan de dernekeve, li beramberî ku ew ê dest ji Beşar El-Esed berde."

Di berdewama nivîsê de hate destnîşankirin ku Mosko duh banga civîneke awarte li Konseya Ewlekariyê kir da ku aloziya bi Washington re çareser bike. "

Nêzîkatiyên Washingoton  kûrbûna navkokiyên di navbera Trump û saziyên Amerîkî eşkere dike

Rojnameya El-Ereb El-Lundunya behsa mijarê nûçeyek bi sernavê "Ji ber nezelalbûna helwestên Trump ên derbarê êrîşa li ser Sûriyeyê, helwestên navdewletî tevlihev dibe" avêt. Li gorî nivîsê, "Şîrovekarên siyasî texmîn dikin ku, dibe ku paşvegera Turmp ji axaftina xwe yên berê ku gotibû ew ê di nava 48 saetan de bersivê bide, fermandarên leşkerî û saziyên istîxbarata Amerîkî  tengav dike. "

Di berdewama nivîsê de hat destnîşankirin ku "Wezîrê Parastinê yê Amerîka Jamis Matis di mijara îhtîmala derbeya leşkerî ya Amerikî li dijî Sûriyê, hişyariya ku şerê li Sûriyê ji bin kontolê derkeve, kir. Şîrovekar dibînin ku daxuyaniyên Trump ên derbarê derbeyê kûrbûna nakokiyên di navbera Trump û saziyên Amerîkî de eşkere dike."

Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê banga li hemû hevbendî û partiyan dike ku bi wa re bibe alîkar

Rojnameyên Erebî her wiha mijara hilbijartinên Iraqê girt dest, ji rojnameyan, El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Beriya propogendayên hilbijartinên Iraqê bi rojekê: Keysbazkirina desthilatdarî û pereyan .. û xapandin" weşand. Di nivîsê de ev tişt hatin gotin, "Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe diyar ku dema propogendayê  helbijartinan dest pê kiriye, bernamzet dikarin bernameyên xwe yên hilbijartinê diyar bikin û xwe bidin naskirin. Komseriyê bang li hemû îtîlaf û partî û bernamzetan kirin ku bi Komseriya Hilbijartinan re bibin alîkar û li gorî rêgezên propogendaya hilbijartinan tevbigerin."

Rojnameyên Erebî têkildarî civîna wezîrên karê derve yên welatên ereban ku dê roja yekşemê li bajarê Zehran a Siûdiyê were lidarxistin, rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek di bin sernavê "Berpirsyarekî Iraqê: Civîna Zehranê cûda ye, dê derbarê destwerdanên derve biryaran bigire" weşand. Di nivîsê de hate gotin, "Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Iraqê Ehmed Mehcûb, civîna Zehran wekî divîneke cûda bi nav kir, ji ber ku li Erebistina Siûdî dê were lidarxistin û di merheleyek hesas ku welatên ereban tê re derbas dibe,  were lidarxistin. Ehmed Mehcûb texmîn kir ku civîn dê bi biryarên girîng bi encam bibe.Gelek mijar hene wê werin nîqaşkirin, ji wan Qudis û zêdegaviyên Israîl, şerê li Sûriyê, Yemen, Lîbiya, destwerdanên dewletên derve ji karê û barên Sûriyê. Ji bo van mijaran dive biryarekî girîng werin dayîn."

Wezîrên karê derve yên Ereb di redkirina peymana serdemê de bi israr in

Derbarê  Filistînê, Rojnameya El-Heyat, sernavê "Wezîrên Karên Derve yên Ereb tekezî li ser navendiya doza Filistînê dikin" weşand û got, "Wezîrên Karê Derve yên Ereb tekezî li ser navendaiya doza Filistinê, nasnameya Erebî ji bo Qudis a  dagirkirî kirin. Wezîran her wiha işaret bi ‘Peymana Serdemê" û destnîşan kirin ku her peyaman an insyatîf çareserkirinê ku ne li gorî lêvegera navdewletî ya pêvajoya aşîtiya li Rojhilata Navîn be red kirin."

Dosyay Yemenê derbasî pêvajoyeke girîng dibe

Ereb El-Lundunya girêdayî rewşa Yemenê nûçeyek bi sernavê "Aloziya Yemenê îşaret bi derbasbûna şer pêvajoyeke girîng dide" avêt. Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyekî siyasî got, "Dosyaya Yemenê derbasî pêvajoyeke girîng dibe, ev pêvajo li gorî du beşan e, siyasî û leşkerî. Di vê pêvajoyê de herêmên di bin serweriya Hûsiyan de ji wan bêne girtin û Hûsiyan neçar werin kirin ku tevlî merhleya aşîtiyê bibin, ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî  yên nû li Yemenê Martin Griffith ji bo wê banga dike."