ʹPartiya Sûriyeya Pêşerojê avakirina welatekî demokratîk armanc dikeʹ

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan di civîna yekem a piştî avakirina partiyê de, da zanîn ku partî ji bo hêviyên gelê Sûriyeyê û çareserkirina aloziya Sûriyê hatiye avakirin.

ʹPartiya Sûriyeya Pêşerojê avakirina welatekî demokratîk armanc dikeʹ
12 nîsan, 2018   16:25

REQA 

Partiya Sûriyeya  Pêşerojê 27ʹê Adarê bi beşdariya 800 nûnerên ji gelek herêmên Sûriyeyê, partiyên siyasî, kesayetên welatparêz, civaknas, endamên sazî û meclîsên sivîl hat avakirin.

Îro endamên partiyê yekem civîna xwe li dar xistin. Civîn li navenda partiyê hat lidarxistin, tê de xebatên kongreyê û planên pêşerojê yên partiyê hatin nîqaşkirin. 

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Serokê partiyê Ibrahîm Qeftan axivî û da zanîn ku partî ji bo hêviyên gelê Sûriyê, çareserkirina aloziya herêmê û avakirina Sûriyeke demokratîk hat avakirin. 

Qeftan diyar kir ku partî bi fedekariya cangoriyên azadiyê hat avakirin û wiha domand, ʺKeç û xortên Rojava-Bakurê Sûriyê ji bo jiyaneke hevbeş, biratiya gelan û avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî têkoşiyan. Dem hatiye ku daxwazên gelê Sûriyê yên avakirina welatekî demokratîk û jiyaneke bi rûmet  pêk werin.ʺ  

Qeftan anî ziman ku partiyê buroyên xwe li tevahî herêmên Bakurê Sûriyê veke. Her wiha got ku dê endamên buroyan û komîteyên wê ji aliyê Meclîsa Giştî ya partiyê ve werin hilbijartin. 

Civîn ji çapemeniyê re girtî dom dike.  

(mm)

ANHA