Gelê Dêrazorê alîkariyê pêşkêşî gelê Efrînê dikin

Şêniyên bajarê Dêrazorê madeyên alîkariyê kom kirin û dê ji gelê Efrînê yên li Kantona Şehbayê dimînin re, bişînin.

Gelê Dêrazorê alîkariyê pêşkêşî gelê Efrînê dikin
12 nîsan, 2018   13:46

DÊRAZOR

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê 25ʹê Adarê ji bo piştgiriya gelê Efrînê yê ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk koçî Kantona Şehbayê kirine, dest bi kampanya komkirina alîkariyan kir. Di vê çarçoveyê de, gelê herêmê li gorî derfetên xwe madeyên alîkariyê kom kirin û dê ji gel re bişînin.  

Komîteya komkirina alîkariyê diyar kir ku gelê herêmê 4 milyon û 100 hezar L.S, madeyên xwarinê û pêdiviyên jiyanî kom kirine. 

Endamê Rêveberiya Buroya Têkîliyên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ku xebatên komkirina alîkariyê jî dide meşandin Nûrî Edes jî anî ziman ku ew ji bo yekîtiya gelê Sûriyeyê xwedî li gelê xwe yê Efrînê derdikevin. 

(mm)

ANHA